Li Fransayê bi hezaran got: Gerîla rûmeta me ye- HAT NÛKIRIN

Di çalakiyên ku bi dirûşmeya “Gerîla rûmeta me ye” hatin lidarxistin de, bang li welatên NATO’yê yên erîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk erê kirinî hat kirin û hat gotin, “Nebin şirîkê sûcên li dijî mirovahiyê yên dewleta Tirk.”

Li bajarên Marsîlya, Strasboûrg, Lorîent û Nantesê yên Fransa, êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên bi hevkariya PDK’ê ya li ser Kurdistanê hate protestokirin.

MARSÎLYA

Bi hezaran Kurd û dostên wan ên ji Marsîlya, Montpelîer, Dragûîgnan, Avîgnon û Marîgnaneyê li Marsîlyayê hatin ba hev û êrîşên dagirkeriyê yên AKP-MHP’ê û xayîntiya PDK’ê protesto kirin.

Girseya saet yekê piştî nîvro li qada Canabîerê hat cem hev, ber bi qada ku Walîtiya Marsîlyayê û Sefaretxaneya DYE’yê lê ye meşiyan.

Di meşê de dirûşmeyên “Erdoganê kujer, PDK’a xayîn a hevkar”, “Bijî berxwedana gerîla” û “Bijî Berxwedana Zap, Metîna û Avaşînê” hatin berzkirin. Pankartên li ser hatibûn nivîsandin, “Dewleta Tirk Kurdan qetil dike, werin em Kurdistanê biparêzin”, “Li dijî dîktatoriya Erdogan Kurdistanê biparêze”, “Tirkiye, li ber çavên dinyayê bi çekên kîmyewî Kurdan qetil dike” hatin vekirin û dovîzên “Li dijî xayîntiya PDK’ê xeta Bêrîtan li berxwe dide” û alên PKK’ê û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hilgirtin.

Di meşê de danezan bi zimanê Fransî hat xwendin û bi hezaran belavok hatin belavkirin. Meş li qada ku Walîtiya Marsîlyayê û Sefaretxaneyê DYE’yê lê ne bi mîtîngê dewam kir. Hevserokê Navenda Civaka Kurd Cevat Guneş li vir axivî. Piştî axaftina Guneş mîtîng bi dawî bû.

STRASBOÛRG

Li bajarê Strasboûrg ê bi banga DKTM’ê bi dirûşmeya “Gerîla rûmeta me ye” meşek hat lidarxistin.

Meş ji ber Place de Repûblîqûeyê destpê kir. Di meşê de hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re û êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê hatin protestokirin.

Di meşê de her wiha pankartên bi nivîsa “Gêrîla rûmeta mirovahiyê ye” û “Li dijî dagirkeriya dewleta Tirk Kurdistanê biparêze” hatin vekirin û dirûşmeyên “Bijî berxwedana gêrîla”, “Bimire xayintî” û “Em hemû PKK’yî ne” hatin berzkirin.

Di rê de broşurên ku balê dikişînin li ser êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û bikaranîna çekên kîmyewî hatin belavkirin. Meş li ber Sefaretxaneya DYE’yê bi dawî bû.

Di axavtinên li vir hatin kirin de hat destnîşankirin ku dewleta Tirk ê endamê NATO’yê bêyî erêkirina NATO’yê nikare van êrîşên dagirkeriyê pêk bîne û bang li welatên endamê NATO’yê hat kirin ku nebin hevkarê sûcên dewleta Tirk ên li dijî mirovahiyê.

Çalakî bi berzkirina dirûşmeyan qediya.

LORÎENT

Li bajarê Lorîentê yê Fransayê êrîşên dagikirinê û hevkariya PDK’ê bi çalakiyekê hate şermezarkirin. Kurd û dostên wan yên di saet 17:30’an de li qada Place Aristide-Briand hatîn cem hev, bi belavkirina belavokên bi zimanê Fransî dest bi çalakiyê kirin.

Piştî deqeyek rêzgirtinê Kurdistanî û dostên wan dest bi meşê kirin û bêdengiya welatên Ewrupayê bi dirûşmeyan şermezarkirin. Kurdistaniyan rêya wesayîtên mezin 5 deqiqeyan bi çalakiya rûniştinê girt.

Girseyê anî ziman ku wê li hemberî faşîzma AKP-MHP’ê timî li qadan bin û têkoşînê bilind bikin.

Çalakî bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bimire xiyanet” û “Bijî berxwedana gerîla” bi dawî bû.

NANTES

Li bajarê Nantesê yê Fransa jî Kurdistanî û dostên wan di saet 17:00’an de li qada Place du Commerce hatin cem hev û bi daxuyaniyek a çapemeniyê êrîşên dewleta Tirk a dagirker û xiyaneta PDK’ê şermezar kirin.

Di çalakiyê de belavokên bi zimanê Fransî hatin belavkirin.