Li Fransayê beriya hilbijartinên giştî eniya çep dibe yek

Lîderê çep a radîkal La France insoumise (LFI) Jean-Luc Melencon ku di tûra destpêkê ya hilbijartinên Serokkomariya Fransayê de zêdeyî ji sedî 20 ê dengan wergirt, beriya hilbijartinên giştî bi du partiyên çep re li hev kir.

Lîderê çep a radîkal La France insoumise (LFI) Jean-Luc Melencon ku di tûra destpêkê ya hilbijartinên Serokkomariya Fransayê de zêdeyî ji sedî 20 ê dengan wergirt, beriya hilbijartinên giştî bi du partiyên çep re li hev kir.

Lihevkirina destpêkê di 1'ê Gulanê Cejna Karkeran de di navbera France Insoumise (Fransa ya serî natewîne) û partiya hawirdorparêz EELV hate kirin.

YEKÎTYA GEL A CIVAKÎ Û EKOLOJÎK A NÛ

Roja Sêşemê Partiya Komunîst a Fransayê (PCF) tevlî tifaqa "Yekîtiya Gel a Civakî û Ekolojîk a Nû" bû.

PCF'ê daxuyaniyek weşand û diyar kir ku ew dixwaze "Bi hurmeta li piralî û xweseriyan li ser bingeha bernameyeke bi biryardar de bigihînin hev."

Sekreterê Neteweyî yê PCF Fabîen Roûssel li ser Twitterê peyamek weşand û got, "Di 3'ê Gulana 1936'an de Eniya Gel di hilbijartinên qanûndanînê de bi ser ket. Di 3'ê Gulana 2022'an de em li nava Yekîtiya Gel a Civakî û Ekolojîk a Nû de li hev dicivin."

XALÊN LIHEVKIRINÊ

France Insoumise û PCF li ser gelek nuqteyan li hev kirin: Mûçeyê kêmtirîn net 1400 Euro, teqawîtbûna di 60 salî de, buha bêne mayindekirin û plansaziya ekolojîk.

Di peymana navbera herdu peymanan de qala mijara derketina ji nukleerê nehate kirin. Partiya Komunîst di wê baweriyê de ye ku derketina yekser ji nukleerê di pratîkê de nepêkane, lewma li ber radibe.

Di lihevkirina LFI û EELV de jî mijara girtina santralên nukleerî heye.

MELENCHON WÊ BIBE SEROKWEZÎR

Peymana navbera partiyan ji xwe re kiriye armanc ku li meclîsê hêzên çep piraniya endaman bi dest bixin û Jean-Luc Melenchon jî bibe serokwezîr.

Di daxuyaniya çapemeniyê ya LFI û EELV de hate gotin, "Ji bo pêşî li polîtîkayên bêrehm û neadîl ên Emmanuel Macron (Serokkomar) bê girtin û ji bo têkbirina rastgiriya tund, em dixwazin li piraniya herêmên hilbijartinê wekîlan bi dest bixin."

Partiya Keskan û LFI heta niha ti carî li hev nekiribûn. Ji ber vê yekê gelekî girîng tê dîtin. Eger bi Partiya Sosyalîst re jî li hev bê kirin, wê ev yek bibe lihevkombûna hêzên çep ên herî girîng, ku herî dawî sala 1997'an li hev kom bûbûn.

Jean-Luc Melenchon di tûra destpêkê ya hilbijartinên serokkomariyê yên 10'ê Nîsanê de ji sedî 22 ê dengan wergirtibû û di rêz sêyemîn de cih girtibû. Marine Le Pen a rastgira tund bi rêjeya ji sedî 23.15'an di rêza duyemîn de cih girtibû û ji bo tûra duyemîn bûbû hevrika Emmanuel Macron. Ji bo pêşîgirtina li rastgiriya tund, dengên çepgiran ji Macron re çûbû.

Di hilbijartinên giştî yên Fransayê de vê carê bloka neolîberal a Macron, bloka rastgiriya tund û bloka çep wê werin hemberî hev. Hilbijartinên giştî wê di 12 û 19'ê Hezîranê de bi rengê du tûran bê lidarxistin. Eger hêzên çep bi rengê tifaqê tevlî hilbijartinê bibe şensê xwe zêde ye ku li piraniya herêmên hilbijartinê bi ser bikeve.