Li Fransayê 250 xwepêşandan
Îro li seranserê Fransayê nêzîkî 250 xwepêşandan tên lidar xistin. Rayedar, pêşbînî dikin ku 900 hezar kes beşdarî van çalakiyan bibin, lê tê payîn ku ev hejmar gelek zêdetir be.
Îro li seranserê Fransayê nêzîkî 250 xwepêşandan tên lidar xistin. Rayedar, pêşbînî dikin ku 900 hezar kes beşdarî van çalakiyan bibin, lê tê payîn ku ev hejmar gelek zêdetir be.
Îro li Fransayê li dijî reforma teqawidbûnê ya sala 2023’yan, mezintirîn çalakiya civakî tê lidar xistin. Sendîkayên Yekbûyî armanc dikin ku beriya danûstandinên budçeyê zextê li ser Serokwezîrê nû Sebastien Lecornu bikin.
80 hezar hêzên ewlehiyê, dron, 24 wesayîtên Centaure ên zirxî û 10 wesayîtên ava şid li seranserê welêt hatine bicihkirin. Wezîrê Karên Hundir Bruno Retailleau, bal kişand ser xetera tundûtûjiyê. Di heman demê de partiyên çepgir daxuyaniya Retailleau wekî "provokasyon" bi nav kirin.
CGT, FO, PCF, PS û EELV’ê li Marsîlyayê meşek mezin birêve birin, ku 13 hezar kes beşdar bûn. Di xwepêşandana 10’ê Îlonê de 8 hezar kes beşdar bibûn.
Retailleau, piştî civîna krîzê ragihand ku hejmara tevlîbûna çalakiyan gelek ji ya dihat hêvîkirin zêdetir e. Li seranserê welêt, 230 xwepêşandan hatin tomar kirin, ku 95 ji wan dorpêçkirin bûn. Îro sibê 58 kes hatin binçavkirin, ku 11 ji wan li Parîsê bûn.