Li Frankfûrtê meş û mîtînga 8’ê Adarê

Rêxistinên Jinên Kurd di çarçoveya çalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li Frankfûrtê meş li dar xistin.

Rêxistinên Jinên Kurd di çarçoveya çalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de li bajarê Frankfûrt ê Elmanya meşek girseyî li dar xistin. Meş li ber stasyona trenê ya navendî ya Frankfûrtê destpê kir û heta qada Rossmarktê berdewam kir. Di meşê de wêneyên Rosa Luxemburg, Clara Zetkin û Sakîne Cansiz ên sembola têkoşîna azadiya jinê ne û alên TJK-E hildan.

Jinên Kurd ên cil û bergên neteweyî li xwe kirin dîmeneke cuda li çalakiyê zêde kirin û gelek caran dirûşmên "Jin jiyan azadî, Sara Rojbîn Ronahî" berz kirin.

Meşa ku li qada Rossmarktê veguherî mîtingê bi hemû çoşa xwe berdewam kir. Li vir axaftin hatin kirin û hate destnîşan kirin ku qirkirina jinê polîtîk e. Her wiha hate gotin ku li dijî hemû êrîşên li dijî jinê wê têkoşînê xurt bikin.

Mîtîng bi gerandina govendê dawî bû.