Li Frankfûrtê li dijî qedexeyê îmze hatin komkirin

Li bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê, kampanyaya îmzeyan ya ji bo derxistina PKK'ê ji lîsteya rêxistinên terorê berdewam dike.

Li gelek bajarên Elmanya û Ewropayê kampanyaya îzmeyan ya ji bo derxistina PKK’ê ji lîsteya rêxistinên tororê berdewam dike. Îro jî li Frankfûrtê standa îmzeyan hate danîn û gelek îmze hatin komkrin.

Xebatkarên standa îmzeyan diyar kirin ku di bin her şert û mercî de ji bo PKK'ê ji lîsteya terorê were derxistin wê têkoşîna xwe mezin bikin û gotin:“Em ê her roja şemiyê standa danîn û îmzeyan kom bikin. Qedexe herî zêde bi kêrî Erdogan tê.  Ji vî şerê qirêj ê tê meşandin de herî zêde Erdogan û malbata wî sûdê jê digre.“