BI DÎMEN

Li Frankfurtê li dijî Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê meş

Kurdistaniyên li Frankfurtê, li dijî dîlgirtina Rêber Apo û komploya 9’ê Cotmehê meşiyan.

Li bajarê Frankfurt ê Elmanyayê bi pêşengiya Meclîsa Jinan a Amara û ciwanên Kurd komploya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêber Apo hate protestokirin.

Li ser navê ciwanên Kurd û Meclîsa Jinan daxuyanî hate dayîn. Di daxuyaniyê de bal kişandin ser Banga Aştî û Civaka Demokratîk a ku di 27’ê Sibatê de ji hêla Rêber Apo hate kirin. Di daxuyaniyan de hate destnîşankirin ku ji bo pêşketina pêvajoyê divê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bê misogerkirin.

Di meşê de posterên Rêber Apo û dovîz hatin hilgirtin. Girseyê timî dirûşmeya "Bijî Rêber Apo" berz kir û ber bi Qada Goetheplatzê ve meşiya.

Meşa ku ji Îstasyona Trenê ya Navendî ya Frankfurtê dest pê kir, li Meydana Goetheplatzê bi dawî bû.

Girseya ku gihîşt meydanê banga beşdarbûna meşa navendî ya ku wê di 8ê Mijdarê de li Kolnê were lidarxistin, kir.