Li Frankfurtê ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şahî hat lidarxistin
Di şahiya ku ji hêla "Defend Kurdistan" ve hat organîzekirin de peyamên hevgirtina navneteweyî hatin dayîn.
Di şahiya ku ji hêla "Defend Kurdistan" ve hat organîzekirin de peyamên hevgirtina navneteweyî hatin dayîn.
Li bajarê Frankfurt ê Elmanyayê ji aliyê înîsiyatîfa "Defend Kurdistan" ve şahiya hevgirtinê hat lidarxistin. Şahiyê bi armanca ku balê bikişîne ser pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê û pêşketinên li Rojava û herêmên Kurdan hat lidarxistin.
Di şahiya ku gelek beşdarbûn de peyamên li ser hevgirtina navneteweyî û têkoşîna hevpar hatin dayîn. Hevseroka Partiya Çep (Die Linke) a Elmanyayê Janine Wissler û nûnera medico internationalê Anita Starosta di şahiyê de axivîn.
Di konserê de ji bo piştgiriya projeyên cûrbecûr ên li herêma Kurdan bexş hatin berhevkirin. Dahata wê ji Heyva Sor a Kurdistanê (Heyva Sor a Kurd), medico international – Solardarity, û Initiative Frieden und Hoffnung eV were şandin.
Nûnerê "Defend Kurdistan" di axaftina xwe de li ser têkoşîna gelê Kurd bi dehan sal in li hember şer, dagirkerî û hewldanên ji bo tunekirina nasnameya tê dayîn rawestiya û got, "Tevgera Azadiya Kurd bi modela civakê ya li ser bingeha demokrasî, azadiya jinan û ekolojiyê hêviyê dide her kesî. Ji ber vê yekê êrîş li ser tê kirin. Lê çand berxwedan e; nayê qedexekirin."
Endama Koordînasyona Kongra Star Mûna Yûsif jî anî ziman ku ezmûna rêveberiya xweseriya demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser bingeha azadiya jinan, jiyana ekolojîk û demokrasiya pirçandî ye. Mûna Yûsif bal kişand ser girîngiya hevgirtina navneteweyî û got, "Gelê Rojava li dijî êrîşan têkoşîna xwe ya ji bo azadiyê didomîne. Divê her kesê ku demokrasî û mafên mirovan diparêze piştgiriyê bide vê têkoşînê."
Şahî bi pêşandanên folklor û govendê berdewam kir û bi berzkirina dirûşmeya "Bijî berxwedana Rojava" bi dawî bû.