Li Frankfurtê ji bo azadiya Mehmet Çakas standa îmzeyan hate vekirin
Li qada Hauptwache ya Frankfurtê yê Elmanyayê ji bo azadiya siyasetmedarê Kurd Mehmet Çakas, standa îmzeyan hate vekirin.
Li qada Hauptwache ya Frankfurtê yê Elmanyayê ji bo azadiya siyasetmedarê Kurd Mehmet Çakas, standa îmzeyan hate vekirin.
Standa ku bi pêşengiya Meclîsa Gel a Herêma Frankfurtê û Meclîsa Jinan hate vekirin, ji bo Çakas radestî Tirkiyeyê neyê kirin gelek îmze hatin berhevkirin.
Standa îmzeya li cihê herî qerebalix a qadê saet di 15.00’an de hate vekirin. Stand bi pankarta “Ji Mehmet Çakas re azadî” û wêneyên wî hat xemilandin.
Li standê belavokên li ser navê KONMED’ê hatibûn amadekirin hatin xwendin û hat xwestin ku divê demildest biryara dersînorkirinê were betalkirin.