Li Frankfûrtê êrîşên dagirker û biryara DYE hate protestokirin
Êrîşên ku dewleta Tirk a dagirker li ser Başûrê Kurdistanê û Rojava dimeşîne û biryara DYE ya li ser sê pêşengên PKK’ê li Frankfûrtê hate şermezarkirin.
Êrîşên ku dewleta Tirk a dagirker li ser Başûrê Kurdistanê û Rojava dimeşîne û biryara DYE ya li ser sê pêşengên PKK’ê li Frankfûrtê hate şermezarkirin.
Li bajarê Frankfûrtê yê Elmanyayê bi organîzekirina DGB û FCDK-KAWA êrişên ku dewleta Tirk a dagirker li ser Rojava û Herêmên Parastinê yên Medyayê dimeşîne hate protestokirin.
Çalakî bi rêzgirtinê dest pê kir. Beriya rêzgirtinê gel ber bi Kaîsersackê ve meşiya.
Di meşê de wêneyên 3 kadroyên pêşêng ên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê hate hildan û êrîşên dagirker hate protestokirin.
Piştî meşê mîtîngek hate kirin û di mîtîngê de li ser navê DGB û FCDK-Kawa axaftin hate kirin.
Di axaftinan de hate diyarkrin êrîşên dewleta Tirk a dagirker bi taktîkên gerîlayan hatiye pûçkirin.
Di çalakiyê de biryara DYE ya li ser sê rêveberên PKK’ê hate şermezarkirin.