BI DÎMEN

Li Frankfurtê Şehîdên Meha Gulanê di şexsê Qasim Engîn de hatin bîranîn

Li bajarê Frankfurt ê Elmanyayê di şexsê Endamê Konseya Rêveber a PKK'ê Qasim Engîn de ku 27'ê Gulana 2020'î li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû, şehîdên meha Gulanê hatin bîranîn.

Li bajarê Frankfurt ê Elmanyayê di şexsê Endamê Konseya Rêveber a PKK'ê Qasim Engîn de ku 27'ê Gulana 2020'î li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû, çalakiya bîranîna şehîdên meha Gulanê hate lidarxistin.

Çalakiya bîranînê bi axaftina hunermend Kara Ûrmiye destpê kir. Piştre bi navê Komeleya Malbatên Şehîdan (KOMAW) Cahîde Goyî axivî û anî ziman ku meha Gulanê di dîroka Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê de rastiya têkoşînê radixe pêş çavan û işaret bi girîngiya nirxên ku di vê demê de hatine afirandin kir. Goyî diyar kir ku kevneşopiya têkoşînê ya bi Hakî Karer destpê kir di şexsê Qasim Engîn de gihîşt asta herî bilind û got, gelê Kurd li pêşberî van şehadetan ti carî paşve gav neavêt û biryardariya xwe ya têkoşînê dewam kir.

Bi navê mabatê jî Battal Mereş axivî û diyar kir ku têkoşîna azadiyê bi saya nirxên ku dide şehîdan mezin bû. Mereş ragihand ku weke malbat wê xeta têkoşînê ya Qasim Engîn dewam bikin.

Ji Tevgera Jinên Kurdê ya li Ewropayê Zîlan Serhed jî diyar kir ku Qasim Engîn bi kesayetiya xwe ya zane yek ji rewşenbîrên girîng ên têkoşîna azadiyê bû. Zîlan Serhed anî ziman ku dîroka Kurd û Kurdistanê bi saya vê zanebûan kûr hate dîtin.

Di bîranînê de sînevîzyonek li ser jiyan û têkoşîna Qasim Engîn hate nîşandan. Piştre jî Bermal Çem berhemên ku Qasim Engîn jê hez dikir, got.

Bîranîn bi dirûşmên "Şehîd Namirin" û "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.