Li Frankfûrt û Toûloûseyê şehîd hatin bîranîn
Li bajarê Frankfûrtê yê Elmanyayê û li bajarê Toûloûse yê Fransayê şehîdên meha Gulanê hatin bîranîn.
Li bajarê Frankfûrtê yê Elmanyayê û li bajarê Toûloûse yê Fransayê şehîdên meha Gulanê hatin bîranîn.
FRANKFÛRT
Endamê Konseya Fermandariya HPG’ê Sînan Dêrsim (Dalokay Şanli) yê ku di 27’ê Cotmehê de di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûbû û Endamê Komîteya Rêvebe a PKK’ê Kasim Engîn ê ku di 27’ê Gulanê de di êrîşa hewayî de şehîd bûbû û yek ji fermandarê HPG’ê Yûsûf Aslan (Aslan Kalkan) ê ku di 14’ê Gulana 2019’an de li Xakurkê di êrîşa hewayî de şehîd bûbû û gerîlayên di meha Gulanê de şehîd bûbûn, hatin bîranîn.
Meclîsên malbatên şehîdan ên li Frankfûrt, Offenbach, Hanaûyê, meclîsên gel û meclîsên jinan tevlî bîranînê bûn.
Delal Dêrsim li ser navê Komîsyona Malbatên Şehîdan a Frankfûrtê axivî û diyar kir ku divê ew xwdedî li bîranîna şehîdan derkevin.
Şengê Kahraman jî li ser navê KOMAW’ê axivî û got “Em ê mîrateya hevalên xwe yên şehîd bi hemû hêza xwe bidomînin û ji bo bihistyariyê em bang li hemû kesan dikin.”
TOÛLOÛSE
Li bajarê Toûloûseyê jî şehîdên meha Gulanê hatin bîranîn.
Bîranîn bi rêzgirtinê dest pê kir û derbarê şehîdên meha Gulanê axaftin hate kirin.
Di bîranînê de sînevîzyon hate nîşandan û bîranîn bi sloganên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Şehîd namirin’ bi dawî bû.