Li Floransayê dewleta Tirk û PDK hatin protestokirin
Kurdistanî û dostên wê yên Îtalyayî li bajarê Floransa yê Îtalyayê hatin ba hev û êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên bi hevkariya PDK’ê protesto kirin û gerîlayên li berxwe didin silav kirin.
Kurdistanî û dostên wê yên Îtalyayî li bajarê Floransa yê Îtalyayê hatin ba hev û êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên bi hevkariya PDK’ê protesto kirin û gerîlayên li berxwe didin silav kirin.
Kurd û dostên wê li bajarê Floransa yê Îtalyayê li dijî êrîşên dagirkirinê yên dewleta Tirk û xiyaneta PDK’ê meşek lidar xistin.
Bi sedan kes û komên xwendevan ên Îtalyayî, Rete Jin û nûnêrên rêxistinên cur bi cur ên li Floransayê tevlê meşê bûn.
Di çalakiyê de bi domdarî dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Azadî ji bo Ocalan” hatin berzkirin. Di axavtinên li wir hatin kirin de hate ziman ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, hêza çareserkirina pirsgirêka Kurd û rêya çareseriyê ya aştiya li Rojhilata Navîn e. Her wiha gerîlayên ku li Zap, Avaşîn û Metînayê liberxwe didin hatin silavkirin. Xiyaneta PDK’ê û malbata Barzanî hat protestokirin; hate gotin ku PKK, partiya pêşeng a şoreşa cîhanê ye.