Li Floransa û Viyanayê dagirkerî hat protestokirin

Li Floransa û Viyanayê li hemberî êrîşên dagirkirinê yên dewleta Tirk meş hate lidarxistin. Kurdan di meşê de êrîşên dagirkirinê û hevkariya PDK’ê protesto kir.

Li bajarê Floransa yê Îtalya û paytexta Awûstûrya Viyanayê bi meşê êrîşên dagirkirinê yên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê û hevkariya PDK’ê hatin protestokirin.

FLORANSA

Li bajarê Floransa yê Îtalyayê li hemberî êrîşên dagirkirinê yên dewleta Tirk û xiyaneta PDK’ê meş hat lidarxistin. Nêzîkê 300 kes beşdarÎ meşê bûn. Komên xwendekar ên Îtalyayî û Rete Jin jî beşdarî meşê bûn. Di meşê de dirûşmên ‘’Bijî Serok Apo’’, ‘’Bê Serok jiyan nabe’’, ‘’Ji Ocalan re azadî’’ hatin berzkirin.

Di meşa ku Kurd û enternasyonalîstan axaftin kirin de, hat diyarkirin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hêza çareseriyê ya pirsa Kurd û aştiya Rojhilata Navîn e.

Di çalakiyê de berxwedana gerîla ya dîrokî ya li Herêmên Parastina Medyayê hat silavkirin. Xiyaneta PDK’ê hat protestokirin û hat destnîşankirin ku PKK hêza pêşeng a şoreşa cîhanê ye.

VIYANA

Ciwanên Kurd û enternasyonal ên li paytexta Awûstûrya Viyanayê hatin ba hev û êrîşên dagirkirinê yên dewleta Tirk şermezar kirin. Di meşê de ciwanan pankartên ‘’Ewropa fînanse dike, Tirkiye bombebaran dike“ vekir. Di çalakiyê de ji bo balê bikêşin li ser bêdengiya dewletên Ewropa ya li dijî êrîşan, spreya bi boyax li buroya Yekîtiya Ewropayê reşandin.