Li Féte de L'Humanite terora dewleta Tirk hate şermezarkirin
Li Féte de L'Humanite êrîşên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî hatin şermezarkirin. Her wiha piştgirî ji bo têkoşîna gelê Kurd re hate nîşandan.
Li Féte de L'Humanite êrîşên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî hatin şermezarkirin. Her wiha piştgirî ji bo têkoşîna gelê Kurd re hate nîşandan.
Festîvala Féte de L'Humanite Bretagne ku her sal ji aliyê Partiya Komunîst a Fransayê (PCF) re bi rêk û pêk tê lidarxistin, li Lanesterê li salonekê pêk hat. Di festîvalê de Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW), Neteweyên Yekbûyî (NY) û NATO hatin şermezarkirin ku li hemberî êrîşên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî bêdeng in.
Féte de L'Humanite Bretagne ku roja Şemiyê destpê kir, heta derengiya şevê ya Yekşemê dewam kir.
Gelek saziyan û Kurdistaniyên li bajarê Lorîentê li festîvalê standa xwe danîn. Her wiha komên muzîkê yên xwecihî û dostên Kurdan piştgiriya xwe nîşan dan.
Kurdistaniyan belavokên li ser teşhîrkirina êrîşên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî belav kirin. Înîsiyatîfa 'Edalet ji bo Kurdan' jî ji bo PKK ji lîsteya 'rêxistinên terorîst' bê derxistin agahdarî kir û bi sedan îmze kom kir.
Sekreterê beşa 56'an a MJCF Alexandre Raûlt bi daxuyaniyekê got û diyar kir ku êrîşên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî yên li ser Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê êrîşeke barbarî ye û divê rejîma Erdogan ji ber êrîşên kîmyewî tavilê bê darizandin. Her wiha diayr kir ku bêdengiya saziyên pêwendîdar cihê şermê ye. Raûlt got, "Piştgiriya me komunîstên ciwan a ji bo Kurdan wê dewam bike" û ew bi gelê Kurd re ne ji ber ku jin û mêr xaka xwe diparêzin.
Sekreterê beşa Lorîentê ya Partiya Komunîst a Fransayê (PCF) Dr. Borîs Campos jî bi bîr xist ku Tirkiye ya ku endamê OPCW, NY û NATO'yê ye ji bo çekên kîmyewî bi kar nîne îmze daniye binê peymanan û got, dewleta Tirk bi rengekî eşkere sûcê şer dike û divê heyeteke serbixwe tavilê lêkolînê bike. Campos anî ziman ku ew bi gelê Kurd re ne, ku ji bo azadiyê têdikoşin.
Endamê Meclîsa Şaredariya Însoûmîs a li Lanesterê û lîderê Yekîtiya Gel a Lorîentê Alexandre Scheûer jî bal kişand ser şehadeta 17 gerîlayan a bi çekên kîmyewî, zextên li ser HDP'ê û civaka Kurd û got, "Ev zext nayên qebûlkirin. Me dît ku gelê Kurd bi çi rengî li hemberî çeteyên DAÎŞ'ê yên ku rejîma Tirk piştgiriya wan dike, şer kirin. Niha jî bi rengekî derveyî mirovahiyê komkujî li ser gelê Kurd tê ferzkirin. Em nikarin li hemberî vê bêdeng bimînin. Em dixwazin dawî li rejîma Erdogan bê."
Di festîvala Féte de L'Humanite Bretagne de gelek nivîskaran stand danîn û pirtûkên xwe dan naskirin.
Nivîskarên Kurd Maha Hassan û Îsmael Dûpont jî romana xwe ya bi navê "Femmes d' Alep" (Jinên Helebî) dane naskirin û beşdarî konferansê bûn.
Di festîvala Féte de L'Humanite Bretagne qisekeran jî krîza aborî ya li Fransayê nirxandin û polîtîkaya aboriyê ya hikumeta Fransayê rexne kirin.
Festîval bi stranên komên muzîkê bi dawî bû.