Li Ewropayê çalakî: NATO hevkarê vê qirkirinê ye-HAT NÛKIRIN-I

Kurd û dostên wan li Ewropayê li ser banga tevgera azadiya Kurd hatin ba hev û di serî de NATO ku hevkariya êrîşên bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk dikin, dewlet û saziyên navneteweyî şermezar kirin.

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker a bi çekên kîmyewî li Herêmên Parastinê yên Medyayê pêk tîne, li gelek navendê Ewropayê bi meş û mîtîngan hat protestokirin.

HAMBÛRG

Meclîsa Gel a Hambûrg a li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê kar û xebat dimeşîne, êrîşên bi çekên kîmyewî ya dewleta Tirk li Herêmên Parastinê yên Medyayê li hemberî Gerîlayên Azadiya Kurd pêk tîne, bi meşa ku li Harbûrg Bahnhofê li dar xistî protesto kir. Meclîsa Jinan a Rojbîn, hêzên enternasyonalîst û ciwanên welatparêz piştgirî dan çalakiyê û pankartên “17 Şervanên Azadiyê ji aliyê dewleta Tirk ve bi çekên kîmyewî hatin qetilkirin”, “Çekên kîmyewî yên Erdogan bikartîne, rawestînin” hildan.

Çalakgeran ji bo bal bikêşînin ser êrîşên bi çekên kîmyewî cilên spî li xwe kirin û wêneyên gerîlayên di êrîşan de şehîd bûn, alên YPG’ê û Tevgera Ciwanên Şoreşger hatin hilgirtin. Di çalakiyê de bênavber dirûşmeyên “Şehîd namirin”, “Terorîst Erdogan”, “Bijî berxwedana gerîla” û “Fermandar Egîd dijî, PKK şer dike” hatin berzkirin.

Anja Flach li ser navê Meclîsa Gel a Hambûrgê daxuyanî da û destnîşan kir ku rejîma AKP-MHP’ê ya faşîst ji bo ewlehiya pêşeroja xwe, êrîşên bi çekên kîmyewî li pêş çavê cîhanê pêk tîne. Flach got ku divê xwedî li berxwedana gerîla bê derketin û wiha pêde çû: “NY û saziyên rayedar jî bi bêdengiya xwe dibin hevkarên van êrîşên dewleta Tirk. Em bang li gelên Kurdistanê dikin ku li dijî van sûcên şer dakevin qadan. Ev êrîşên bi çekên kîmyewî ne tenê li dijî gerîla ye, qirkirinek e ku li dijî hemû Kurdistanê tê kirin. Em li dora zarokên Kurd kom bibin û berxwedanê mezin bikin.”

Polîsên Elman hewl dan ku hilgirtina wêneyên gerîlayên bi çekên kîmyewî şehîd bûne asteng bikin, lê girseyê bi berzkirina dirûşmeya “PKK” bersiva wan da. Bi berxwedana ciwanan wêne hatin hildan û dest bi meşê kirin. Polîsên Elman tevahiya meşê astengî derxistin, guzergahiya kortejê girt û derbasbûna kortejê asteng kir.

Çalakî bi berzkirina dirûşme û stranên berxwedanê bi dawî bû.

GÎESSEN

Bikaranîna çekên kîmyewî ya ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve bêdengiya OPCW’ê li bajarê Gîssen ê Elmanyayê bi meşekê hat protestokirin.

RENNES

Li bajarê Rennes ê Fransayê Kurdistanî û dostên wan ji bo 17 gerîlayên ku di êrîşên bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk de şehîd bûn, li qadan bûn.

Meş di saet 17.00’an de li Place dû Colombîerê destpê kir û heta qada Repûblîqûeyê dom kir. Di meşê de belavkok hatin belavkirin.

Kurdistanî û dostên wan dirûşmeyên li dijî dewleta Tirk berz kirin û bêdengiya welatên Rojavayî jî şermezar kirin.

Çalakgerên ku gihiştin qada Repûblûeyê li vir mîtîng li dar xistin. Di axaftinên hatin kirin de wiha hate gotin: “Dewleta Tirk tevî teknolojî û hêza xwe ya şer ji meha Nîsanê û vir ve di şerê xwe yê dagirkeriyê de, hem siyasî û hem leşkerî têk diçe û li ser vê yekê bi bikaranîna çekên kîmyewî sûcê şer û dermirovî dike. Ne tenê dewleta Tirk ji vî şerî hovane berpisyar e, PDK jî berpirsyar e. Divê bersiva gelê Kurd jî li dijî xiyaneta PDK’ê dîrokî be, divê em li dijî vî sûcî dermovî dest bi berxwedanê bikin.”

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku divê saziyên civakî yên sivîl û bêdengiya rêxistinên mafên mirovan bêdengiya xwe xira bikin, banga helwestgirtina li hemberî sûcên dewleta Tirk hat kirin û peyama wê li dijî hovîtiya dewleta Tirk a qirker, li her qadê li berxwe bidin dan.

Di çalakiyê de dirûşmeyên “Bijî berxwedan gerîla”, “PKK gel e, gel li vir e”, “Em hemû PKK’yî ne”, “Bimre xiyanet” û “Erdogan ji Kurdistanê bicehime” hatin berzkirin.

CENEVRE

Kurdên li bajarê Cenevre yê Swîsreyê ji bo protestokirin êrîşên bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk ku ji bêdengiya saziyên navneteweyî hêz digire, hatin ba hev û banga “Nebe hevkarê sûcê mirovahiyê” li Neteweyên Yekbûyî (NY) kirin.

Kurdistaniyan ji bo protestokirina bêdengiya dewleta û saziyên navneteweyî yên li dijî bikaranîna çekên kîmyewî û gazên bi jehr, li ber avahiya NY’ê dest bi çalakiya rûniştinê kiribûn.

Çalakiya rûniştinê îro bi meşekê bi dawî bû.

Kurdistanî ji her çar parçeyên Kurdistanê bi pêşengiya Konseya Kurd a Demokratîk a Swîsre (CDK-S) û Yekîtiya Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S) li ber Bîrdariy Mirovahiyê ya li ber avahiya Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî hatin ba hev û ji vir ber bi Place de Natîonsê ku ofîsa NY’ê lê ye, meşiyan.

Beriya meşê di şexsê 17 gerîlayên bi çekên kîmyewî şehîd bûn, deqeyek rêz hat girtin.

Hevseroka CDK’ê ya Cenevreyê Mulkiye Aşirbaev axivî û anî ziman ku dewleta Tirk a dagirker ji welatên Ewropayê hêz digire, li dijî gerîla çekên kîmyewî bikar tîne û got: “Em bi rojan e li ser pêyan e. Eger em ne rehet bin, em ê rehetiya we jî xira bikin. Dewleta Tirk a dagirker ku çekên kîmyewî bi kar tîne, vê cesaretê ji welatên Ewropa, OPCW û NY’ê digire. Li gorî peymana navneteweyî tevbigerin. Bangek me jî ji bo rêveberiya Başûrê Kurdistanê ye. Li Helepçeyê Kurd bi çekên kîmyewî hatin qetilkirin. Îro hûn bi wan re ne. Ev şermezariyek e.”

Çalakger ji bal bikêşînin ser êrîşên bi çekên kîmyewî cilên spî li xwe kirin û wêneyên gerîlayên bi çekên kîmyewî şehîd bûn, hildan û dest bi meşê kirin. Girse bi berzkirina dirûşmeyan heya qada Places des Natîon a Ofîsa NY’ê lê ye, meşiyan û li vir mîtîng li dar xistin.

Di mîtîngê de metina bi Fransî hatî amadekirin, hate xwendin. Piştre Hevseroka rêxistinên sîwanê ya Navendên Civaka Kurd a Swîsreyê Selma Surer axivî. Surer destnîşan kir ku gerîla zarokên gelê Kurd e û got. “Dewleta Tirk a dagirker li dijî van zarokên gelê Kurd çekên kîmyewî bi kar tîne. Gelê Kurd wê zarokên xwe di her şert û mercan de biparêze. Heta ku ev êrîş bi dawî dibin, em ê li qadan bin.”

Ergun Ortak jî li ser navê Hêzên Têkoşîna Yekgirtî axivî û diyar kir ku dewleta Tirk li dijî gerîla çekên kîmyewî bi kar tîne, lê qet sernakeve. Ortak ev tişt gotin: “Dewleta Tirk li hemberî gerîla têk çûye. Ji bo nixumandina vê têkçûna xwe, dixwaze serkeftinek sixte bi dest bixe. Lê berxwedan gerîla van hemû êrîşan, vale derdixîne.”

Li ser navê Konfederasyona Karkerên Koçber a Ewropayê (AVEG-KON) Alî Orak jî got ku divê xwedî li berxwedana gerîla bê derketin.

Siyasetmedarê Kurd Necdet Atalay herî dawî xîtabî girseyê kir û ragihand ku divê hemû kes li dijî van sûcên dermirovî bibe yek û got: “Divê em Kurd û dostên wan li dijî van sûcan têkoşînê mezin bikin. Ji dervey têkoşînê, çareseriyek din nîne.” Atalay qala girtina Seroka Yekîtiya Bijîşkan a Tirk (TBB) Şebnem Korûr Fîncanci ya derbarê êrîşên kîmyewî daxuyanî da û rojnamevanên ku bikaranîna çekên kîmyewî kirin nûçe kir û destnîşan kir ev girtin tenê ji bo nixumandina sûcên şer e.

Çalakî bi berzkirina dirûşmeyên xwedî derketina li berxwedan gerîla, bi dawî bû.

HEÎLBRONN

Êrîşên dewleta Tirk a bi çekên kîmyewî, li Heîlbronnê bi mîtîngekê hat protestokirin.

Bi dehan Kurdistanê û dostên wan tevlî çalakiya ku ji aliyê komeleya Civaka Kurd ve hat lidarixistin, bûn.

Çalakî li Kîlîanzplatzê hat lidarxistin û wêneyên 17 gerîlayên bi çekên kîmyewî şehîd bûn hatin hildan.

Di çalakiyê de axaftinên bi Elmanî hatin kirin û wiha hate gotin: “Dewleta Tirk bi çekên kîmyewî û qedexe, li dijî Kurdan êrîşên qirkirinê pêk tîne, hemû kes li dijî vê yekê bêdeng e.” Di serî de Elmanya bang li dewletên Ewropa hat kirin ku dest ji polîtîkayên xwe yên du ru yên li hemberî Kurdan, ber din.

MARSÎLYA

Li bajarê Marsîlya yê Fransayê bi organîzasyona CDK Marsîlyayê, TJK-E Marsîlyayê û tevgera ciwanên Kurd, li dijî êrîşên bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk çalakiya protestoyî hat lidarxistin.

Kurdistaniyan li qada Canabîereyê maketên bi motîfa çekên kîmyewî û wêneyên 17 gerîlayan hildan û dest bi meşê kirin.

Guzergaha meşê ji Vîûex Portê heta Parlamentoya Ewropayê hatibû diyarkirin, lê di encama mudaxileya polîsên Fransayê de ketina hundirê Parlamentoya Ewropayê hat rawestandin. Li ser vê yekê girseyê demek dirêj, dest bi çalakiya rûniştinê kir. Piştî hevdîtinan car din meş destpê kir û girse ket hundirê Parlamentoyê.

Li vir bi mîtîna hat lidarxistin, belavoka bi Fransî hat xwendin. Piştre girseyê maket berdan li ber Parlamentoya Ewropayê.

Mîtîng piştî axaftina endama TJK-E’ê Zozan Serhad, bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.

KÎEL

Li bajarê Kîel ê Elmanyayê êrîşên bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk hat protestokirin. Çalakî ji aliyê Civaka Kurd a Kîelê ve hat lidarxistin û Kurdistanî û dostên wan ên Elman tevlî çalakiyê bûn.

Di axaftinên bi Kurdî û Elmanî hatin kirin de, êrîşên bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk û êrîşên faşîst ên Îranê yên li hemberî Kurdan, hat protestokirin.

Meş bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.

LEFKOŞA

Ji bo protestokirina êrîşên kîmyewî yên dewleta Tirk li Herêmên Parastinê yên Medyayê pêk tîne, ber bi Deriyê Sînor Lîdra Palace ê li Lefkoşa ya paytexta Kibrisê ve meşek hat lidarxistin.

Çalakgerên serê sibehê li qada Lîdrayê stand danîn, bi sedan belavokên li ser bikaranîna çekên kîmyewî ya dewleta Tirk a dagirker û şerê li Kurdistanê belav kirin.

Bi sedan Kurdistanî, endamên Komîsyona Piştevaniya bi Gelê Kurd re ya Kibrisê, hin partiyên siyasî û parlamenter li qada Lîdrayê hatin ba hev.

Girseya li qada Lîdrayê dest bi meşê kir, pankartên wêneyên 17 gerîlayên di êrîşên kîmyewî de şehîd bûn û nîvîsa ‘’Dewleta Tirk a faşîst a çekên kîmyewî bi kar tîne rawestînin’’ li ser, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK, HPG, YPG û YPJ’ê hildan.

Bê navber dirûşmeyên ‘’Bijî berxwedana gerîla’’, ‘’Erdogan ê kujer’’, ‘’PKK tolhildan’’, ‘’PKK, gel e, gel li vir e’’, ‘’Komara Tirk a faşîst, bicehime ji Kurdistanê’’, ‘’Kurdistan wê bibe goristan ji faşîzmê re’’, ‘’Bimire xiyanet’’, ‘’Hezar silav ji Îmraliyê re’’, ‘’Bijî Serok Apo’’ û ‘’Bê Serok jiyan nabe’’ berz kirin. Çalakgeran, bi lixwekirina cilên spî, bal kişand ser êrîşên bi çekên kîmyewî.

Meş heta ber Deriyê Sînorê Lîdra Palace ê Tirk dewam kir. Meş li ber derî veguherî mîtîngê. Di şexsê gerîlayên di êrîşên kîmyewî de şehîd bûn ji bo şehîdên şoreşa Kurdistanê rêz hat girtin. Sirûda ‘’Çerxa Şoreşê’’ hat gotin.

Piştre metina ku Meclîsa Gelê Kurd a Kibrisê yê bi sernavê ‘’Bibêje bes ji faşîzm û qetlîamê re’’ yê bi Îngilizî û Rûmî amadekirî, hat xwendin.