Li Ewropayê bertekên li dijî êrîşên li ser Rojava berdewam dikin

Li welatên Ewropayê bertekên li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Rojava berdewam dikin. Kurdistaniyên li Swîsreyê du roj in li qadan in û bi çalakiyan êrîşên li ser Rojava protesto dikin.

Li welatên Ewropayê bertekên li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Rojava berdewam dikin. Kurdistaniyên li bajarê Belînzona, Solothûrn, Frîboûrg, Bern û Winterthûr ên Swîsreyê dijîn daketin qadan û bi çalakiyan êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Rojava protesto kirin.

SOLOTHÛRN

Li bajarê Salothûrn ê Swîsreyê bi pêşengiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk û Navenda Civaka Kurd a Aaraûyê çalakiyek hat lidarxistin. Kurdistanî û dostên wan ên li ber îstegeha trenê ya navendî hatin ba hev, bi daxuyaniyekê êrîşên dewleta Tirk a dagirker protesto kirin. Di çalakiyê de alên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, YPG û YPJ’ê hatin hildan. Di çalakiyê de dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava“ û “Qatîl Erdogan“ hatin berzkirin.

Çalakî bi rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan dest pê kir. Piştî rêzgirtinê daneza bi zimanî Elmanî hat xwendin. Piştî danezê siyasetmedar Serhat Agirî axivî. Agirî anî ziman ku dewleta Tirk a dagirker qadên jiyanê yên Rojava bombebaran dike û got: “Dewleta Tirk a dagirker ji bo ku têkçûyîna xwe ya li dijî Gerîlayên Azadiya Kurdistanê veşêre êrîşî qadên sivîl ên Rojava dike. Dewleta Tirk a dagirker bi êrîşên li ser Rojava sûcê li dijî mirovahiyê dike. Rêber Apo û hevrêyên di girtîgehên Tirkiyeyê de li ber xwe didin. Gerîla li ber xwe dide. Tişta dikeve li ser milê me jî divê em tevlî vê berxwedanê bibin. Li aliyê din pêngava ji bo azadiya Rêber Apo heye. Pêngava ji aliya dostên Kurdan ve hatiye destpêkirin divê em bighînin encamê.“

Li ser navê Meclîsa Jinan a Aaraûyê jî Berguzar  Çîftçî axivî. Çîftçî da zanîn ku Şoreşa Rojava şoreşa jinê ye û got: “Em weke jin em ê timî xwedî li Şoreşa Rojava derkevin. Li her  qadê berxwedan heye. Em kesê li ber xwe didin silav dikin.“

WINTERTHÛR

Li bajarê Winterthûr ê Swîsreyê jî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Rojava bi çalakiyekê hate protestokirin. Kurdistaniyên li ser banga Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Winterthûr (CDK-W) daketin qadan, li ber îstegeha trenê ya navendî hatin ba hev û daxuyanî dan çapemeniyê. Di daxuyaniyê de alên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, YPG, YPJ û wêneyên welatiyên di êrîşên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûne, hatin hildan.

Beriya daxuyaniyê ji bo giyanê welatiyên di êrîşan de şehîd bûne deqeyek rêz hat girtin. Piştî Rêzgirtinê Hevserokê CDK-W Winterthûrê Îsmaîl Kaya axivî. Kaya diyar kir ku li her qadê berxwedan berdewam dike û got: “Rêber Apo, girtiyên di girtîgehan de, gerîla li ber xwe dide. Divê em xwedî li vê berxwedanê derkevin. Em îro bang li hemû Kurdan dikin. Bijî berxwedana Rojava, bijî berxwedana gelê Kurd.“

Hevseroka Konseya Kurd a Demokratîk a Swisreyê (CDK-S) Selma Surer ku beşdarî çalakiyê bû axivî. Surer destnîşan kir ku dewleta Tirk têkçûna xwe ya li hemberî dewleta Tirk a dagirker hezm nake û wiha got: “Dijmin li hemberî gerîlayên me derbên giran xwarin. Ev yek hezm nekirin, ji ber vê yekê êrîşî Rojava dikin. Rojava em in, Rojava li gorî paradîgmaya Rêber Apo ava bûye. Dewleta Tirk çi bike bila bike wê bi ser nekeve. Balafir Rojava bombebaran dikin, bila tu kes li bendê nemîne ku em li hemberî van êrîşan bêdeng bimînin. Em li ku bin jî li dijî êrîşan rabin. Bi israr xwedî li vê paradîgmayê derkevin.”

Di çalakiyê de daxuyaniya bi Elmanî hate xwendin û çalakkî bi dirûşmeya “Bijî Berxwedana Rojava” bi dawî bû.

BERN

Li paytexa Swîsreyê Bernê  jî êrîşên dewleta Tirk hatin protestokirin. Kurdistanî û dostên wan bi banga Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Bernê li stasyona Trenê ya navendî li hev civiyan û bi daxuyaniyeke êrîşan protesto kirin.

Çalakî bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên Rojava dest pê kir û siyasetmedar Nejdet Atalay axivî. Atalay di axaftina xwe de bal kişand ser rûyê înkarkar ê dewleta Tirk.

Atalay wiha got: “Ev hêrsa tolhildanê ya dewleta Tirk a hov, ji bo me tiştek îfade nake. Em dizanin ku em encex bi têkoşîn û berxwedana xwe dikarin van komkujiyan rawestînin.”

Di daxuyaniya çapemeniyê de Hevserokê Navenda Civaka Kurd a Bernê Burhan Karakoç jî axivî. Karakoç di axaftina xwe de wiha got: “Armanca me ya kombûna me ya îro êrîşên dewleta Tirk ên li ser gelê me yê Rojava ye. Dewleta Tirk dixwaze bi hemû hêza xwe destkeftiyên li Rojava tune bike. Em gelê Kurd li her qada ku em lê ne li ber xwe bidin.”

Daxuyanî bi xwendina daxuyaniya bi zimanê Elmanî û Kurdî bi dawî bû.

BELLÎNZONA

Li bajarê Bellînzona yê Swîsreyê êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Rojava hatin protestokirin.

Çalakîk bi pêşengiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Bellînzonayê li ber stasyona trenê ya navendî hate lidarxistin. Hevserokê CDK’ê Recep Akkamiş di çalakiyê de axivî û êrîşên dewleta Tirk a dagirker şermezar kir.

Akkamiş diyar kir ku zihniyeta hebûna xwe li ser tunekirina gelê Kurd ava kiriye, îro jî bi êrîşên xwe yên li dijî qadên sivîlan xwe nîşan da û wiha berdewam kir: “Tu êrîş wê nikaribin li ber helwesta bi rûmet a gelê Kurd bi ser bikeve. Em komkujiyên dewleta Tirk a dagirker şermezar dikin û bang li raya giştî ya cîhanê dikin ku li dijî dewleta Tirk bi Kurdan re têbikoşin û hevgirtinê bikin.”

FRIBOÛRG

Li bajarê Frîboûrgê jî Kurdistanî bertekên xwe yên li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê anîn ziman.

Çalakvanan li Fribourg Bahnhofplatzê  wêneyên sivîlên ku di êrîşên dewleta Tirk de jiyana xwe ji dest dane hilgirtin. Di çalakiyê de  Hevserokê CDK'ê yê Fribourgê Orhan Hazar axivî û bertekên xwe yên li hemberî van êrîşan anî ziman.

Li ser navê Tewgera Ciwanên Şoreşger û TekoJIN’ê Argeş Amed jî li hemberî êrîşan bang li ciwanên Kurd kir û got, "Em weke ciwanên Kurd li ku bin bila bibin, em helwesta xwe raber bikin û li qadan bin. Divê her ciwanên Kurd cihê xwe di nava têkoşîna li dijî van êrîşên li dijmirovahiyê de bigire.

Siyasetmedarê Kurd Bûrhan Karakoç jî beşdarî çalakiyê bû û axivî. Karakoç diyar kir ku dîroka dewleta Tirk dîroka komkujiyan e û got, “Em ê li hemberî van êrîşan serî netewînin. Em bang li hemû Kurdan dikin ku li ber xwe bidin.”

Çalakvanan piştî xwendina daxuyaniya bi zimanê Fransî dest bi çalakiya rûniştinê kirin û bi berzkirina dirûşmeyan êrîşên dewleta Tirk protesto kirin.