Di çalakiyên ku li welatên Ewropa û Emerîkaya Latîn hatin lidarxistin de, peyama hevpar zelal bû. Di çalakiyan de daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hate kirin û hate diyarkirin ku fikrên ‘’modernîteya demokratîk’’ ên Rêber Apo îlhamê dide têkoşînên gerdûnî. Di çalakiyên ku bi pêşengtiya jin û ciwanan hatin lidarxistin de, egerên modeleke civakî ya ekolojîk, demokratîk û azadîxwaz hatin nîşandan.
Komîteya kampanyayê, ragihand ku wê di rojên pêşde jî çalakî berdewam bikin û da zanîn ku wê bi boneya salvegera 27’emîn a komploya navneteweyî ya rê li ber revandina Rêber Apo vekiriye, çalakiyên nû tên plankirin.
Komîteyê got: ‘’Azadiya Abdullah Ocalan û bi hezaran girtiyên siyasî, ji bo pêvajoya aşitiyê ya Rojhilata Navîn gelekî pêngaveke gelekî girîng e.’’
LI SWÊDÊ CIVÎNA ÇAPEMENIYÊ Û KAMPANYAYA AFÎŞAN
Afîşên ku ji aliyê Akademiya Modernîteya Demokratîk a Stockholmê ve hatine amadekirin, li tevahiya bajêr hatin daliqandin. Endamê Parlamentoya Swêdê Daniel Riazat û piştevanê têkoşîna gelê Kurd Ann Margarey Livy beşdarî civîna çapemeniyê bûn. Beşdaran di civînê de pêvajoya hiqûqî ya li Ewropayê û rola çareseriya aşitiyane ya Swêdê nirxand.
LI ÎTALYAYÊ KONSER Û MITÎNG
Tevgerên ciwanan ên Îtalyayê, li kolanan çalakiya ‘’konsera gerok’’ a şîroveyên gel li ser gotinên Rêber Apo cih digirin, li dar xist. Piştre mitîngek hate lidarxistin û di mitîngê de banga serbestberdana Rêber Apo hate dubarekirin.
LI MEKSÎKAYÊ BERNAMEYA RADYOYÊ
Li Meksîkayê Radyoya Regeneracionê analîzeke bi navê ‘’Şerê Cîhanê yê Sêyemîn û Çareseriya Rêya Sêyemîn’’ weşand.
LI SPANYAYÊ PIŞTEVANIYA SENDÎKAYÎ
Li Spanyayê sendîkayên bi navê Confederacion Intersindical û Intersindical Valencianayê peyamên piştevaniyê yên têkildarî azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û çareseriya siyasî ya ji pirsgirêka Kurd re dan.
LI ELMANYAYÊ KAMPANYAYA WÊNEYAN
Li bajarê Celle yê Elmanyayê jî aktîvîstên Women Defend Rojava û Defend Kurdistanê, bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêşbirka wêneyan li dar xistin. Aktîvîstan diyar kirin ku nêrîna Rêber Apo ya ‘’konfederalîzma demokratîk’’ girêdayî azadiya jinan, ekolojî û bingeha demokrasiyê li seranserê cîhanê bandor li lêgerînên azadiyê kiriye.
LI KOLOMBIYAYÊ XWENDINÊN LI KOLANAN
Li paytextê Kolombiyayê Bogotayê jî aktîvîstan li kolanan ji pirtûkên Rêber Apo hin beş xwendin û standên agahdarkirinê danîn.