Li Ewropa pîrozbahiyên 4’ê Nîsanê - HATE NÛKIRIN

Li gelek bajarên welatên Ewropa 4’ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi çalakiyên cuda hate pîrozkirin.

Li Elmanya, Fransa û Swîsreyê 4’ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi çalakiyên cuda hate pîrozkirin.

KASSEL

Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Kassel ê Elmanyayê bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwan ên Têkoşer (TekoJIN) bi çalakiyekê hat pîrozkirin.

Çalakiya rojbûnê ya ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger û Jinên Ciwan ên Têkoşer ve di çarçoveya pêngava  “Werin Cenga Azadiyê” li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd bi beşdariya gelek welatparêzan hate pîrozkirin. Çalakî bi rêzgirtina ji bo şehîdan di saet 14.30’an de dest pê kir. Di destpêka çalakiyê de ciwanan bi Elmanî û Kurdî daxuyanî dan. Ciwanan di daxuyaniyên xwe de diyar kirin ku azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê pêk were û 73’emîn rojbûna wî jî pîroz kirin.

Di çalakiyê de sînevziyona ji nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû amadekirin, hate temaşekirin.

Çalakiya ku bi qasî 2 saetan dewam kir, bi gerandina govendê û dirûşmeyan dawî bû.

ESSEN

Kurdistaniyên li Essenê bi pêşengiya Meclîsa Şehîd Bêrîvan Şengal a li bajarê Essen ê Elmanyayê, rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku weke rojbûna gelan tê pêşwazîkirin, bi tilîlî û dirûşmeyan pîroz kirin.

PARÎS

Di heman çarçoveyê de bi pêşengiya Meclîsa Jin û Komunan li navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Drancy û Vîllîers Le Bel a li banliyoya Parîsê bi boneya 73’yemîn rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîrozbahî hatin lidarxistin.

Pîrozbahiya rojbûnê ya ku li her du navendan ji aliyê meclîs û komînên jinan ve bi dirûşma "Rojbûna te rojbûna me ye" hat lidarxistin de, li ser bingehê naskirina zarokan hem bi çanda xwe û hem jî bi pêşengtiya xwe hat lidarxistin.

Di şahiyê de sînevziyona li ser jiyana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate amadekirin, hate temaşekirin.

MONTPELLIER

Li bajarê Montpellierê bi pêşengiya Komuna Jinê ya Delal Amed 4’ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate pîrozkirin.

ANWERS

Bi boneya 73’yemîn rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û 18’emîn salvegera damezrandina PYD’ê li bajarê Anwers ê Belçîkayê bi beşdariya hejmareke zêde ya Kurdistaniyan şahiyek hat lidarxistin.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên şoreşa Kurdistanê, li ser navê Komeleya Mafê Mirovan a Kurdistanê Şiko Kerîmî axivî. Piştre jî peyamên KODAR û PJAK’ê hatin xwendin.

Di şahiyê de Hozan Hemîd Ûrmiye, Xelîl Sadiqî û Zîlan Cûdî derketin li ser dikê û stran gotin.

Şahî bi dirûşmeyan bi dawî bû.

KOPENHAG

Li Kopenhagê bi boneya 4’ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li navenda Civaka Demokratîk a Kurd şahiyek hate lidarxistin.

Di şahiyê de Hevseroka KCDK-E Yuksel Koç axivî û got: “Rojbûna Rêber Apo li tevahiya gelan pîroz be. Em ê bi têkoşîna xwe Rêbertiya xwe azad bikin û ji bo vê em ê hîn bêhtir têkoşîna xwe xurt bikin.“

MÛLHOÛSE

Li bajarê Mûlhoûse yê Fransayê bi boneya 4’ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şahiyek hate lidarxistin.

Kurdistaniyên li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd hatin ba hev, bi rêzgirtina ji bo şehîdan dest bi bernameya 4’ê Nîsanê kirin.

Di şahiyê de Ozgur Ronî axivî û rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li tevahiya gelên Rojhilata Navîn pîroz kir.

Piştî axaftinan dirûşmeyên “Bê Serok jiyan nabe” û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin.

Şahî bi gerandina govendê bi dawî bû.