Li Ewropa 4’ê Nîsanê: Em ê Rêbertiya xwe û Kurdistanê azad bikin - HATE NÛKIRIN

Li welatên Ewropayê bi boneya 4’ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li gelek navendan şitil hahtin danîn û şahî hatin lidarxistin.

Li welatên Ewropayê bi rojane 4’ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi çalakiyên cuda têne pîrozkirin. Îro jî li Swîsre, Elmanya, Fransa, Îngilîstan û Hollandayê şitil hatin danîn û şahî hatin lidarxistin.

LÛZERN

Li bajarê Lûzern yê Swîsreyê bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (CDK) û Meclîsa Jinê ya Arîn Mîrkan ve 4’ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi beşdariya gelek Kurdistaniyan hate pîrozkirin.

Di şahiya pîrozbahiyê de destpêkê Hevserokê CDK-Lûzernê Ercan Guneş axivî û got: “Azadiya Rêber Apo tê wateya azadiya gelê Kurd, jinên Kurd û Kurdistanê. Ji bo sala 2022’an bibe sala azadiya Rêberê me, em ê têkoşîna xwe bidomînin."

Şahî bi gerandina govendê bi dawî bû.

AARAÛ

Li bajarê Aaraû yê Swîsreyê jî bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Rojbîn ve Kurdistanî li hev civiyan û bi boneya 4’ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şitil danîn.

BIEL

Li bajarê Bîelê yê Swîsreyê jî bi pêşengiya Komuna Jinê ya Arîn Mîrkan 4’ê Nîsanê bi şahiyekê hate pîrozkirin. Kurdistaniyên li avahiya CDK’ê hatin ba hev li baxçeyê avahiyê şitil danîn.

ST GALLEN

Navendek din ya pîrozbahiya 4’ê Nîsanê bajarê St. Gallen yê Swîsreyê bû. Li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd bi beşdariya gelek Kurdan şahiya 4’ê Nîsanê hate lidarxistin.

PARÎS

Li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Parîsê bi boneya 4’ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şahiyek hate lidarxistin.

Di şahiyê de Hevserokên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd Azad Dogan û Xanê Kerboran axivîn. Hevserokan bal kişand li ser girîngiya 4’ê Nîsanê û gotin:“4’ê Nîsanê rojbûna gelê Kurd e. Wê ev sal bibe sala azadiya Rêber Apo û gelê Kurd.“

Piştî axaftinan stranbêj Ûlaş Kelaşîn deket li ser dikê û stranên xwe gotin.

Şahî bi gerandina govendê bi dawî bû.

LONDON

Bi boneya 4’ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li payîtexta Ingîlîstanê Londonê şitil hatin danîn û şahî hate lidarxistin.

Însiyatîfa Jinên Kurd, Jinên Ciwan ên Têkoşer (TekoJIN) û Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) bi boneya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şitil danîn. Di dema şitil hatin danîn dirûşmeyên “Ey Serok rojbûna te pîroz be" û "Bijî Serok Apo" berz kirin.

GREVENBROICH

Li bajarê Grevenbroich yê Elmanyê jî bi pêşengiya Komuna Jinê ya Şehîd Tijda Ekecik 4’ê Nîsanê bi şahiyekê hate pîrozkirin.

AMSTERDAM

Li payîtexta Hollanda Amesterdamê jî 4’ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate pîrozkirin. Di çarçoveya pîrozbahiyê de gera bi ketiyê hate organîzekirin. Keştî bi al û wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hete xemilandin.

Di çalakiyê de li ser girîngiya 4’ê Nîsanê axaftin hatin kirin.

TORINO

Li bajarê Torîno yê Îtalyayê bi dirûşmeya “Wê 4’ê Nîsanê rojbûna Rêber Apo bibe sala azadiyê“ şahî hate lidarxistin. Di şahiyê de al û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hildan. Girseyê timî dirûşmeyên “Bîjî Serok Apo”, “Rojbûna te pîroz be ey Serok Apo” û  “Bê Serok jiyan nabe” berz kirin.

LAVRIO

Navendek din jî ya pîrozbahiya 4’ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdulla Ocalan bajarê Lavrio yê Îtalyayê bû.

Bi pêşengiya Komeleya Çandê ya Kurdistanê û Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) bi şahiyekê 4’ê Nîsanê hate pîrozkirin.

Di şahiyê de girseyê timî dirûşmeyê  "Bijî Serok Apo", "Bê Serok Jîyan nabe" û "Rojbûna te pîroz be ey Serokê me" hatin berzkirin.