Li Ewropa 1'ê Gulanê: Ji şer û mêtingeriyê re na

Li Ewropa bi pêşengiya sendîka û gelek saziyan çalakiyên 1’ê Gulanê hate lidarxistin. Kurdistaniyên bi reng û dengê xwe beşdarî çalakiyan bûn peyama “Ji şer û mêtingeriyê re na“ dan.

Li Ewropa bi pêşengiya sendîka û gelek saziyan çalakiyên 1’ê Gulanê hate lidarxistin. Di çalakiyan de hemberî mêtingeriya sedema şer, kriz û xizaniyê peyama têkoşîna bi hev re hat dayîn.

REIMS

Kurdistanî û dostên wan yên li bajarê Reims yê Fransayê dijîn 1‘ê Gulanê bi kêf û coşeke mezin pîroz kirin. Kurdistanê serê sibehê li Qada Boulevard de la Pax hatin ba hev û meşê ketin qadê. Li vir pankartên ‘’ "A bas l'état turc fasciste" û "Vive le 1. Mai", "Vive le PKK" hatin vekirin. Di meşê de dirûşmeyên ‘’Bijî 1‘ê Gulanê’’, ‘’Bijî berxwedana karkeran’’, ‘’AKP’a diz û kujer’’ û ‘’Jin jiyan azadî’’ hatin berzkirin.

Kurdan di meşê belavokên bi zimanê Fransî belav kirin û ji bo kampanyaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û derxistina PKK’ê ji lîsta ‘’rêxistinên terorîst’’ îmze kom kirin. Kurdistanî û dostên wan ên Ewropayî yên ber bi navend bajarê Reimsê ve meşiyan li cihê meş lê hat destpêkirin bi dawî kirin.

GRAZ

Kurdistanî û dostên wan di saet 10:00‘an de li qada Sûdtiroler Platz a bajarê Graz ê Awûstûryayê li hev civiyan û 1'ê Gulanê Cejna Karkeran bi meşê heta Eisenertor pîroz kirin. Bi zimanên cuda ligel muzîkê dirûşme hatin berzkirin.

Kurdistaniyan bal kişand ser êrîşên dagirkirinê yên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê pankartên balkêş hilgirtin û belavok belav kirin. Ji bo derxistina PKK’ê ji lîsta ‘’rêxistinên terorîst’’ îmze hatin komkirin. Çalakî, bi axavtinên Serokê Şaredariya Grazê Elke Kahr û rêvebirên xwecihî bi dawî bû.

BOLOGNA

Li bajarê Bolognayê jî çalakiya 1’ê Gulanê hate lidarxistin. Kurdisanî dostên xwe tevlî çalakiya şahiya 1‘ê Gulanê bûn. Şahî li parka 15 Giardihi yê Bologna yê Îtalyayê dest pê kir. Di şahiyê de êrîşên dagirkirinê yên dewleta Tirk ên bi hevkariya PDK’ê hatin şermezarkirin.

Di çalakiyê de ji bo derxistina PKK’ê ji lîsteyên qedexekirî jî gelek îmze hatin komkirin.

ULM

1‘ê Gulanê bi banga ‘’Em pêşerojê bi hev re sererast dikin’’ a Yekîtiya Sendîkayên Alman (DGB) bi kêf û coş hat pîrozkirin. Ji xeynî sendîkayan rêxistinên li bajarê Ulmê ADH, AGEB, ATÎF, KON-MED, MLPD, TKP-ML, Partîzan, AKM, DîDF, Halk Cephesi, Aktîvîstên HDP’ê, Navenda Çandê Tohum, AJK, Partiya Çep (TR), MLKP, Umweltgewerkschaf, SDAJ, DKP, Die Linke, SPD, Kesk, Rebell û InterBündnis 1‘ê Gulanê bi kêf û coş pîroz kirin. Pêkhateyên ciwan û jinan ên rêxistinan jî bi al û pankartan li qadê bûn.

Piştî meşa dirêj a li bajêr, li ber Avahiya Sendîkaya DGB’ê Meinhofê mîtîng hat lidarxistin. Di mîtîngê de axaftin hatin kirin bernameya muzîkê hat çêkirin.

Piştî Şaredarê Ulmê Gunter Czisch û Serokê Eyaleta DGB Baden-Wurttemberê Kai Burmeister; nûnerê Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Ewropayê (ADGB) di axaftina ku kir de behsa pirsgirêkên rojane kir. Nûnerê ADGB’ê Bariş Çakti yê li ser hemû koçberên bajêr axivî û bal kişand li ser têgera koronayê, pirsgirêkên karkeran, polîtîkaya Tirkiye û Almanyayê. Çaktir got ku NATO rêxistinek şer e û berpirsyariya şer ne yekalî ye.

Di çalakiyê de timî dirûşmeyên ‘’Bijî 1‘ê Gulanê’’, ‘’Bijî Piştevaniya Enternasyonal’’ û ‘’Bijî Şoreş û Sosyalîzm’’ hatin berzkirin.

FREIBURG

Li bajarê Freiburgê yê Almanyayê 1‘ê Gulanê Roja Piştevanî û Têkoşînê hat pîrozkirin. Di çalakiyê de bi mebesta derxistina PKK’ê ji lîsteyên qedexe gelek îmze hatin komkirin. Broşurên pê danasîna pirtûk û paradigmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dihat kirin hatin belavkirin. Êrîşên dewleta Tirk a bi hevkariya PDK’ê hatin protestokirin.