Li Ermenîstanê êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk hat şermezarkirin
Kurdên gundê Dêrîkê ya herêma Elegezê hatin cem hev û bi daxuyanêke çapemeniyê êrîşên dewleta Tirk a dagirker û îxaneta PDK’ê şermezarkirin.
Kurdên gundê Dêrîkê ya herêma Elegezê hatin cem hev û bi daxuyanêke çapemeniyê êrîşên dewleta Tirk a dagirker û îxaneta PDK’ê şermezarkirin.
Bi armanca şermezarkirina êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên bi hevkariya PDK’ê li ser qadên gerîla û Başûrê Kurdistanê dayî destpêkirin, Kurdên ji gundê Dêrîkê ya girêdayî herêma Elegez a Ermenîstanê çalakiya daxuyaniyê lidar xistin.
Di çalakiyê de piştî deqeyek rêzgirtina ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê Hevserokên Komîteya Kurdistanê Silo Dirboyan û Dayê Çîlê axaftin kirin. Silo Dirboyan got, “Em dizanin ku bi salane dewleta Tirk a dagirker û hevkarê wê PDK li ser tinekirina tevgera azadiyê plan û projeyên qirêj çêdikin, lê bi ser nakevin. Ji ber ku gel êdî rastî nas kiriyê. Em bang li PDK’ê dikin û dibêjin ji rêya îxanetê vegere û destê xwe bide gelê Kurd ne dijminê gelê Kurd. Ger PKK taştê be hûn jî şîvin.”
Dirboyan axaftina xwe domand û destnîşan kir: “Dewleta Tirk a faşîst bi alîkariya hêzên derve ji bo tinêkirina gelê Kurd û tevgera azadiyê di her milê de êrîş dike, lê em dizanin ê ku tinê dibe Erdogan û hevkarên wî nê. Her wiha em êrîşên ku li ser Şengalê bi destê PDK’ê tên kirin jî şermezar dikin û dibêjin pewîstê li her derê gel xwedî li berxwedana gerîla û tevgera azadiyê û Şengalê derkevin û em berxwedana gerîlayan silav dikin û dibêjin em bi were ne.”
Piştre Dayê Çîlê jî axaftinek kir û diyar kir; “Em êdî Kurdên berê nînin ku bêdeng bin. Rêber Apo girtin gotin emê wan xelas bikin, lê dîsa em xelas nebûn, ji ber ku gelê Kurd êdî bûyê xwedî fikir û felsefeya Rêber Apo.” Dayê Çîlê di dawiyê de ev bang kir, “Ez bang li Barzanî dikim, dest ji dijminatiya li ser Şengalê û gerîl berde û nebe sedema şerê birakujî. Dewleta Tirk dijminê her Kurdekê ye, pêwîste malbata Barzanî baş bizanin ku wana ji xwe re bikar tînin.”
Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Bijî berxwedana gerîla” bi dawî bû.