Li Arjantînê ji bo hevgirtina HDP’ê meş hate lidarxistin
Li Bûenos Aîresê ya Arjantînê desteserkirina şaredariyên HDP’ê hate protestokirin û ji bo hevgirtina bi HDP’ê meş hate lidarxistin.
Li Bûenos Aîresê ya Arjantînê desteserkirina şaredariyên HDP’ê hate protestokirin û ji bo hevgirtina bi HDP’ê meş hate lidarxistin.
Li Bûenos Aîresê ya ku paytexta Arjantînê ye desteserkirina şaredariyên Amed, Wan û Mêrdînê yên HDP’ê hate protestokirin.
Partiyan siyasî, rêxistinên demokratîk û parêzvanên mafên mirovan li ser banga Komîteya Jinan a Hevgirtina bi Kurdistanê re hatin ba hev.
Meş li pêşiya Balyozxaneya Tirk bi dawî bû. Li vê derê li ser navê koman axaftin hate kirin û êrîşên li ser îradeya gelê Kurd hate şermezarkirin.
‘EM GELEK TIŞTAN JI TEVGERA KURDAN HÎN BÛN’
Di axaftinan de banga hevgirtina bi gelê Kurd re hate kirin. Axaftvanan diyar kirin ku bi desteserkirina qeyyûman re tevgera jinên Kurd bûye hedef.
Di axaftinan de hate gotin ku “Em gelek tiştan ji tevgera Kurdan hîn bûne.”
Di meşê de sloganên ‘Erdoganê dîktator’ hate berzkirin û piştre jî wêneyên êrîşên li ser protestokirina qeyyûman li bariyerên ber balyozxaneyê hate daliqandin.