Li Erîvanê Şehîd Bêrîtan hat bibîranîn

Şehîd Bêrîtan û Şehîdên Cotmehê li Erîvanê bi merasîmekê hatin bibîranîn.

Bi pêşengiya Yekitiya Jinên Azad yên Ermenistanê, Şehîd Bêrîtan (Gulnaz Karataş) û Şehîdên Cotmehê li Erîvanê hatin bibîranîn. Di bîranînê de wêneyê Bêrîtan, Şehîdên Cotmehê û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate daliqandin. Bîranîn bi rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan dest pê kir.

Di bîranînê de ewilî li ser navê saziyên jinan Seyran Celad û Çîçek Rizgar axivîn. Di axaftinan de ev tişt hate gotin: “Di şexsê Şehîd Bêrîtan de em hemû şehîdên şoreşê bi rêzdarî bîrtînin û em ê heta dawiyê şopdarên rêya şehîdan bin. Hevrê Bêrîtan bi çalakiya xwe bersivek herî xurt da xeta xiyanetê.

Îro bi hezaran jin li ser xeta Bêrîtanan li hemberî xiyanet û dagirkeriyê li ber xwe didin. Em ê timî li ser şopa şehîdan bimeşin û ala têkoşînê bilind binkin.”

Jinan bal kişand li ser qetilkirina Nagîhan Akarselê jî û gotin: ”Hevrê Nagîhan bi awayek hovane bi hevkariya PDK’ê li bajarê Silêmaniyê hate qetilkirin.”

Bi domdarî jinan bikaranîna çekên kîmyewî ya dewleta Tirk a dagirker şermezar kir û 17 gerîlayên ku bi çekên kîmyewî hatine qetilkirin bi bîr anîn. Jinan xwest her kes li hemberî êrîşên bi çekên kîmyewî dakevin qadan û têkoşînê xurt bikin.

Bîranîn bi dirûşmeya “Bijî Serok Apo”, “Şehîd namirin”, “Jin jiyan azadî” û “Bijî berxwedana gerîla” bi dawî bû.