Li Elmanyayê li dijî êrîşên Rojava çalakî hatin lidarxistin

Kurdistanî û dostên wan li bajarên Frankfûrt, Kîel û Aachen ên Elmanyayê daketin qadan û êrîşên li dijî Rojava şermezar kirin

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Rojava li bajarên Frankfûrt, Kîel û Aachen ên Elmanyayê bi çalakiyan hate protestokirin.

Kurdistaniyên li Frankfûrt, Maînz, Gîessen, Hanaû, Offenbach, Darmstadtê û derdora wê dijîn, ji bo protestokirina êrîşên artêşa Tirk ji stasyona trenê ya Frankfûrtê heta Haûptwacheyê meşiyan.

Çalakvanan gelek caran dirûşmeyên "Bijî Serok Apo", "Jin Jiyan Azadî" û "Bijî PKK" berz kirin û pankarta "Dawî li dagirkeriyê bînin, bomberdûmanê rawestînin" hilgirtin.

Çalakî piştî xwendina peyamên saziyan bi dawî bû.

KIEL

Li bajarê Kîelê bi pêşengiya Defend Kurdistan û Navenda Civaka Kurd a Demokratîk (DKTM çalakî hat lidarixstin û êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Rojava hate protestokirin.

Di çalakiya ku li ber stasyona trenê ya navendî hat lidarxistin de banga hevgirtinê hat kirin.

AACHEN

Kurdistaniyên li bajarê Aachenê jî li Elîsenbrûnnenê li hev civiyan û êrîşên dewleta Tirk bi çalakiyeke protesto kirin.