Li Elmanyayê koçbereke din ê Kurd jiyana xwe ji dest da
Koçberê Kurd Serkan Dûrmûş ku bavê du zarokan e, li kampa koçberan a bajarokê Lychen ê girêdayî eyaleta Bradenburg a Elmanyayê jiyana xwe ji dest da.
Koçberê Kurd Serkan Dûrmûş ku bavê du zarokan e, li kampa koçberan a bajarokê Lychen ê girêdayî eyaleta Bradenburg a Elmanyayê jiyana xwe ji dest da.
Li gorî tiştên ku malbata Serkan Dûrmûş anîn ziman, trawmaya giran a piştî erdhejê, redkirina serlêdana îltîcayê, tirsa dersînorkirinê û zextên psîkolojîk ên demeke dirêj e tên kirin bûne sedem ku Serkan Dûrmûş xwe bikuje. Hate ragihandin ku koçberê Kurd ê bi navê Serkan Dûrmûş roja 12’ê Gulanê li kampa koçberan a bajarokê Lychenê dawî li jiyana xwe aniye.
Malbata Serkan Dûrmûş da zanîn ku di erdheja li Mereşê de xaniyê wan hilweşiyaye, ji ber wêraniya aborî û derûnî neçar mane ku berê xwe bidin Elmanyayê.
Hevjîna wî Turkan Dûrmûş diyar kir ku ji ber nasnameya xwe ya Kurdbûn û Elewîbûnê li Tirkiyeyê zêde piştevanî nestandine û got: ‘’Jixwe piştî erdhejê me hewl dida ku em jiyana xwe bidomînin. Me xwest ku em ji bo zarokên xwe ji nû ve jiyanek ava bikin lê belê em li vir bi tenê man.’’
‘ŞERT Û MERCÊN KAMPÊ KRÎZ KÛRTIR KIR’
Hate diyarkirin ku Serkan Dûrmûş ew demek dirêj bû ji aliyê derûnî û tenduristî ve nebaş bû û tevî ku gelek caran serî li saziyên eleqedar daye jî piştevaniya hewce nedigirt. Malbatê got ku kêmasiya piştevaniya bi zimanê dayîkê û şert û mercên kampê yên xirab krîza heyî kûrtir kirin.
‘POLÎKAYÊN KOÇBERAN DIBIN SEDEMA DERKETINA ENCAMÊN PSÎKOLOJÎK’
Înîsiyatîfa Alan Kurdî piştî bûyerê seredana malbatê kir û da zanîn ku wê têkildarî tiştên qewimîne raporeke berfireh amade kkiriye.
Hran Kasparyan li ser navê înîsiyatîfê axivî û got ku polîtîkayên koçberan dibin sedema derketina encamên psîkolojîk ên gelekî cidî.
DI NAVA ÇAR SALAN DE HERÎ KÊM 19 KOÇBERÊN KURD JIYANA XWE JI DEST DANE
Li gorî rapora ku ji aliyê Înîsiyatîfa Alan Kurdî ve hatiye amadekirin, di navbera salên 2022-2026’an de li seranserê Elmanyayê herî kên 19 koçberên Kurd yan dawî li jiyana xwe anîne yan jî bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dane.
Cenazeyê Serkan Dûrmûş wê roja Înê li Cemxaneya Berlînê were şûştin û piştre ji Meletiyê re were şandin.