Li Elmanyayê hefteya grevê: Cotkar û makînîst bi biryar in

Cotkarên li Elmanyayê bi hefteya grevê re dixwazin hikumetê ji plana kêmmkirina subvansiyona çandiniyê vegerînin. Makînîst jî dixwazin ku saetên kar û mûçeyên wan ji nû ve bêne sererastkirin.

Li qada çandiniyê, li dijî polîtîkaya qutkirina subvansiyonê ya hikumeta Elman 8'ê Çileyê roja Duşemê li tevahiya Elmanyayê cotkaran dest bi grevê kirin. 10'ê Çileyê roja Çarşemê jî bi daxwaza sererastkirina saetên kar û mûçeyan makînîst dest bi grevê dikin.

COTKAR BI TRAKTORÊN XWE DAKETIN SER RÊ

Ji Trîerê ya li ser sînorê Luksembûrgê heta bi Berlînê, ji Lorrachê ya li ser sînorê Swîsreyê heta bi Bremen, Hambûrg û Kîelê cotkaran li çar aliyên welêt bi traktor û qemyonên xwe rêyên otoban û rêyên navbera bajaran birîn. Li nava bajaran jî cotkaran bi traktorên xwe rêyên sere birîn.

Koalîsyona Ampûlê ya ji Partiya Sosyal Demokrat (SPD), Partiya Keskan (Dîe Grunen) û Partiya Lîberal (FDP) ku Îlona 2021'ê li Elmanyayê bû desthilatdar, bi polîtîkayên xwe yên têkildarî cotkaran tê rexnekirin. Ji bo pêşvebirina çandiniya li Elmanyayê baca mazot û benzînê ji cotkaran nayê standin. Lê belê Koalîsyona Ampûlê di budçeya xwe ya ji bo sala 2024'an de ragihand ku wê ji bo wesayitên mazot û benzînê ya ji bo karên çandiniyê têne bikaranîn bacê werbigire.

Civaka Elman jî piştgirî da çalakiya cotkaran. Cotkar plan dikin ku çalakiyên xwe di 15'ê Çileya 2024'an de bi xwepêşandaneke mezin bigihînin paytext Berlînê.

MAKÎNÎST JÎ DIKEVIN GREVÊ

Li Elmanyayê greveke din jî wê ji aliyê sendîkaya makînîstên trenê GDL ve bê kirin.

Sendîkaya GDL'ê ji bo xebatkarên bi vardiya dixebitin daxwaz dike ku saeta kar di nava hefteyê de ji 38 saetan dakeve 35 saetan, ji bo çareserkirina mûçeyê tam jî mehane bi 555 Euro bê zêdekirin û prîma telafîkirina enflasyonê dixwaze. Greva makînîstan wê ji şeva Çarşemê heta êvara Înê di grevê de bin.

Her wiha li şîrketa kargoyê ya rêyên hesinî ya herî mezin a Elmanyayê DB Cargoyê çalakiya destberdana ji kar di 9'ê Çileyê de destpê kir.

Tê payin ku grevên li Elmanyayê rojên bê li sektorên cuda jî belav bibe.