Li Elmanyayê dagirkerî û îxanet hat şermezarkirin - HATE NÛKIRIN - I

Li gelek bajarên Elmanyayê dagirkirin û îxanet bi çalakiyên cuda hatin şermezarkirin.

Li bajarên Elmanayê îxanet û dagirkerî hat şermezarkirin. Di çalkiyan de dirûşmeya “Destên xwe ji xwîna ciwanên kurd bikişînin” hat berzkirin û PDK hat şermezarkirin. Çalakiyên şermezariyê li gelek bajarên Elmanyayê hebûn û di çalakiya li Bremenê de Hevserokê KCD-E’yê Yuksel Koç axivî û dijminaiya PDK’ê ya li dijî gelê Kurd şermezar kir. Koç aşkera kir ku PDK bi salan e dijminatiya gelê Kurd dike û wiha got: “Divê PDK mebe abûreke dewleta Tirk.

Lêkolînvan Nîck Braun jî li Berlînê axivî û da zanîn ku kesên li kuçeyan diaxivin, wekî terorîst tên pênasekirin û ev tişt got: “Em ne terorîst in, em parazvanên mafên mirovan e. Ji ber wê em îro li gel gerîlayên HPG’ê ne. Em li gel gerîlayên YJA-Starê ne. Em her dem li gel aliyên mafdarin.”

KIEL 

Çalakiyên şermezarkirina hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re li bajrê Kîelê jî hebûn. Bi sedan kesên li îstasyona Trenê ya navenda Kîelê kom bûn, îxaneta PDK’ê şermezarkirin. Piştî axaftina welatiyên Elman û Kurdistaniyan, meş pêk anî. Di meşê de dirûşmeyên bi zimanê Elmanî û Kurdî hatin berzkirin.

HANNOVER 

Gelek welatiyên bi banga TEV-DEM’ê de li bajarê Hannoverê derketin qadan, hevkaria TC-PDK’ê lanet kirin. Di çakakiyê de Meclîsa Civaka Kurd a Demokratîk ya Hannoverê û ATÎK-Hannover jî cihê xwe girt. Çalakî saet di 15:00’an de dest pê kir. Welatiyan hevkariya PDK û dewleta Tirk wekî îxaneta li dijî destkeftiyên gelê Kurd pênasekirin. 

DUSSELDORF

Di xwepêşandanên li Dusseldorfê de jî berxwedana gelan derket pêş. Çalakiyên di pêşengiya NRW-FED MED û NRW-YJK’ê de pêk hatin. Gelek kesên li ber Dusseldorf Hauptbahnhofê kom bûn dirûşmeyên “Bimire îxanet” berz kirin. Çalakvanan aşkera kir ku gerîlayên azadiya Kurdistanê rûmeta gelê Kurdin û hevkariya malbata Barzanî û dewleta Tirk wekî îxanet pênasekirin. Hevserokê FED-MED’ê Ahmet Elmas û Berdevka YJK-E’ê Ayten Kaplan di çalakiyê de axivîn û polîtîkaya PDK’ê şermezarkirin.

BREMEN 

Komeleya Biratî ya Bremenê jî bi meşekî îxaneta PDK’ê şermezar kir. Girseya heya ber Parlamentoya Bremenê meşiya, dirûşmeyên “Bijî Kurdistan, bimire îxanet” berz kirin. Hevserokê KCDK-E’yê Yuksel Koç axaftinek kir û destnîşan kir ku dîroka PDK’ê, dîroka îxanetê ye. Koç bi lêv kir ku PDK bi salan e ji tevgerên Kurdistanî re îxanetê dike û wiha pêde çû: “Her tiştî ji bo berjewendiyên xwe dikin. Îro jî li dijî PKK’ê li her derê Kurdistanê bi dewlta Tirk re di nava tevgerê de ye. Bi vê hevkariya xwe temenê faşîzma AKP-MHP’ê dirêj dike.

BERLÎN

Kurdistanî û dostên wan ên li paytexta Elmanyayê li Berlînê dijîn, hevkariya PDK û dewleta Tirk şermezarkirin. Çalakvanên li ser banga Meclîsa Jinan a Dest-Dan û Komeleya Kurdistaniyên Azad a Berlînê derketin qadan, dagirkeriya li dewleta Tirk a Başûrê Kurdsitanê şermezarkirin. Çalakiya şermezarkirinê di saet 16:00’an de li ber Alexanderplatzê dest pê kir. Çalakvanên ku îxaneta PDK’ê bi tundî şermezarkirin, Hevserokê Kurdîshe Geneîndeyê Huseyîn Taşan ev axaftin kir: “Gelek dewletên Ewropayê bertek nîşanî şerê li Ukraynayê dan, lê li hemberî şerê li Kurdsitanê bê deng in.” Lêkolînvan Nîck Brauns jî da zanîn ku şer li qadên gerîlayan pêk tê, endamê NATO’yê Tirkiye pêk tîne û ev axaftin kir: “Lê NATO li dijî van êrîşan bêdeng e. PDK jî piştgiriyê dide.“

Piştî axaftinan, dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bimire îxanet” û “Gerîlayên HPG û YJA-Starê rûmeta me ne”  bi dawî bû.

Piştî çalakiyê ji bo Kampanyaya PKK’ê ji lîsteya terorê bê derxistin, îmze hatin komkirin.

FREIBURG   

Li bajarê Freîburgê ya Elmanyayê faşîzma AKP-MHP’ê û îxaneta PDK’ê hat şermezarkirin. Di çalakiyê de pankartên ku îxaneta PDK’ê û hevkariya wê ya bi dewleta Tirk re hat hildan de, gel bertekên tund nîşanî êrîşên dawî dan. Girseya ku destpêkê meş pêk anî, li qada Alten Synagogê veguherand mitîngekî. Di mitîngê de Hevserokê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk Salih Torî axivî. Torî aşkera kir ku dewleta Tirk bi salan li ser gelê Kurd komkujî pêk aniye û ev axaftin kir: “Ev komkujiyên dewleta Tirk hêj didomin. Lê tişta herî dil êş, malbata Barzanî û PDK ku bi salan e piştgiriya dijminê Kurdan dikin, li gelê Kurd îxanetê dikin. Îro bi hevkariya AKP-MHP’ê re ciwanên Kurd qetil dikin. Dest ji vê xeta îxanetê berdin. Li kêleka gelê xwe cih bigrin. Ne îxanetê, xeta azadiyê hilbijêrin.”

STUTTGART 

Di heman çarçoveyê de li Stuttgartê jî mîtîngek hate lidarxistin. Mitînga li Lautenschlagerstrassea Stuttgartê di saet 16.30'an de dest pê kir. Mîtîng ji hêla  DKTM, TCŞ û TekoJIN’ê ya Stuttgartê ve hat amadekirin. Di çalakiyê de Zusammenkampfen, MLKP û Cîwanên Şoreşger ên Stuttgartê jî cihên xwe girtin. Çalakvanan diyar kir ku Tirkiye li gorî hiqûqa navneteweyî tev nagere û dê heta dawiyê berxwedana xwe ya li dijî xeta îxanetê û êrîşên tunekirinê berdewam bikin.

Di axaftinan de hat gotin ku bi hevkariya endamên NATO’yê ku Tirkiye jî endamekê wê ye, dîsa bi hevkariya malbata Barzanî re, li dijî gerîlayên Kurdistanê û gelê herêmê êrîşek mezin tê plankirin. Çalakvanan aşkera kir ku heta êrîş ranewestin, dê çalakiyên xwe li her derê Ewropayê belav bikin.

SAARBRUCKEN

Bi pêşengiya Meclîsa Jinan a Şîrîn Elemhulî û DTKM li Saarbruckenê rêya herî zêde tê bikaranîn meşek hate lidarxistin. Di meşê de êrîşên Dewleta Tirk û PDK'ê yên li hemberî gerîlayên azadiyê tê meşandin bi tundî hate şermezarkirin. Di çalakiyê de li ser navê TJK-E, DKTM û PYD'ê axaftin hatin kirin. 

Di axaftinan de hat diyarkirin ku PDK û malbata Barzanî hewl didin xiyaneta xwe bidomînin. Hat gotin ku hemû çavkaniyên Kurdistanê pêşkêşî Dewketa Tirk dikin û bang li her kesî hat kirin ku li hemberî vê xiyanetê derkevin.

Di meşê de bênavber dirûşmên “Bimre xiyanet”, “Kujer Erdogan” û “Bimre xiyaneta mala Barzanî" hatin berzkirin.

HAMBURG

Ji bo hewldanên dagirkirina herêmên gerîlayan a ji hêla Dewleta Tirk û PDK'ê ve tê pêşxistin şermezar bikin li Hamburgê mîtîng hate lidarxistin.

Mîtînga şermezarkirinê ya li semta Altonê pêk hat ji bilî Kurdistaniyan aktîvîstên Elman jî beşdar bûn. Di axaftinên hatin kirin de ji ber ku PDK bi Dewleta Tirk re di nava liv û tevgerê de ye dê tu carî ji hêla Kurdan ve neyê efûkirin.

Di mîtîngê de dirûşmên 'Bimre xiyanet” û “Bijî berxwedana gerîla” hatin berzkirin.