Li Elmanyayê bombeya ji Şerê Cîhanê yê 2’yemîn: 30 hezar kes hatin tehliyekirin
Li bajarê Pforzheim ê Elmanyayê ji bo îmhakirina bombeya Îngilîz a 1,8 tonî ya neteqiyayî, 30 hezar kes hatin tehliyekirin.
Li bajarê Pforzheim ê Elmanyayê ji bo îmhakirina bombeya Îngilîz a 1,8 tonî ya neteqiyayî, 30 hezar kes hatin tehliyekirin.
Li bajarê Pforzheim ê Elmanyayê, ji bo îmhakirina bombeyeke neteqiyayî ya ji Şerê Cîhanê yê Duyemîn mayî, nêzî 30 hezar kes hatin tehliyekirin.
Polîs û tîmên îtfaiyeyê, li derdora qada ku bombe lê ye, xeleka ewlehiyê ya 1,5 kîlometre çêkir û kontrol kir ka hemû şênî ji herêmê çûne yan na.
Rayedaran diyar kir ku bombeya xwedî giranahiya 1,8 tonê, dibe nêzî 1,35 ton teqemeniyê digire nava xwe. Hat diyarkirin ku bombeya giran a bi tîpa HC-4000 a ji aliyê Îngilîzan ve hatî çêkirin, xwedî kapasîteyekê ye ku dikare bi temamiya taxekê tune bike.
Bombe roja Çarşemê di xebatên înşaetê yên li rojhilatê bajarê Pforzheimê de, derket holê. Di çarçoveya tedbîrên ewlehiyê de beşekî navenda bajêr hate tehliyekirin.