Li Elmanyayê bi deh hezaran kes li dijî rastgiriya tund daketin qadan

Li gelek bajarên Elmanyayê li dijî xurtbûna AfD'ê û li hemberî rastgiriya tund xwepêşandan hatin lidarxistin. Çalakgeran xwestin, AfD'ê bê qedexekirin.

Piştî ku planên hin siyasetmedarên AfD'ê yên ji bo dersînorkirina koçberan ji Elmanyayê eşkere bû, nerazîbûn zêde dibe. Li dû xwepêşandanên şermezarkirinê yên li Berlîn û Leîpzîgê, li tevahiya Elmanyayê bi deh hezaran kes êvara Sêşemê li dijî AfD'ê daketin qadan.

Li Kolnê nêzî 30 hezar kes tevlî çalakiyê bûn û bi pankartan hate xwestin, AfD'ê bê qedexekirin. Tevî alîgirên sosyalîzmê, komên Xiristiyan jî tevlî çalakiyê bûn ku gelek xwendekar jî lê amade bûn. Girseya gel dirûşma 'Em bi reng in', 'Em hîn bêhtir in', 'AfD - pêşengên faşîzmê', 'Di berdêla penaberan de wê nijadperestan pev biguherînin' û 'Nazî bi dizî kebap dixwin' qîriya.

Li Hannoverê jî 8 hezar û 500 kes li dijî AfD'ê daketin qadan. Dirûşma herî zêde li pêş bû bi vî rengî bû, 'Temamiya Hannoverê ji AfD'ê aciz e'.

Li Schwerîn, Wurzbûrgê jî bi hezaran kes li hev kom bûn. Li Wurzbûrgê tevî ciwanên xwecihî yên Jûsos, Ciwanên Kesk, Ciwanên Çep û Ciwanên DGB'ê (Konfederasyona Sendîkayên Elman) tifaqa komên cuda li dijî rastgiriyê banga xwepêşandanê kirin. Meşê ji stasyona trenê ya bingehîn a Wurzbûrgê destpê kir û heta Oberer Martê dewam kir. Di xwepêşandanê de pankarta bi nivîsa 'Nefret alternatîfek nîne' bal kişand. Yek ji daxwazên bingehîn ên xwepêşandêran jî qedexekirina AfD'ê bû.

Êvara Duşemê li Essenê nêzî 7 hezar kes li dijî AfD'ê daketin qadan û li dijî rastgiriya tund banga piştevaniyê kirin.

Tê texmînkirin ku xwepêşandanên li Elmanyayê tevahiya hefteyê dewam bikin.