Li Elmanyayê 4’ê Nîsanê hate pîrozkirin
Li gelek bajarên Elmanyayê 4’ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate pîrozkirin.
Li gelek bajarên Elmanyayê 4’ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate pîrozkirin.
Kurdistaniyên li Elmanya dijî 73’yemîn rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi çalakiyên cuda pîroz kirin.
BERLÎN
Li Berlînê pîrozbahî danê nîvro dest pê kir. Endamên Meclîsa Jinê ya Dest-Dan li baxçeyê Hevrîn Xelef şitil danîn.
Danê êvarê li Navenda Civaka Demokratîk a Berlînê bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Dest-Dan bernameyek hate lidarxistin. Di bernameya ku di saet 18.00‘an de dest pê kir de, ewil helbesta Dewrêşê Evdî ya ku di 4‘ê Nîsana 2020‘an de li Berlînê Şehîd Hêvî Gabar xwendî bû hate guhdarkirin.
Di pîrozbahiyê de li ser girîngiya 4’ê Nîsanê axaftin hatin kirin. Piştre nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên li ser jinan û zarokan hate xwendin. Piştre beşdarvanan mafê axaftinê girt û hestên xwe yên der barê 4’ê Nîsanê de anîn ziman .
Di berdewama bernameyê de sînevziyon hate temaşekirin û Koma Vejîn derket li ser dikê.
Di bernameyê de wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan diyarî beşdarvanan hate kirin.
DRESDEN
Li Dresdenê jî 4’ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi şahiyekê hate pîrozkirin.
Di şahî bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Ûta li Navenda Civaka Demokratîk pêk hat, di nav de malbatên şehîdan gelek kes amade bûn. Di çalakiyê de zarokan pêşî li baxçeyê şitil danîn. Bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo“ şitil hatin danîn. Piştre malbatên şehîdan axaftin kirin û roja jidayikbûna gelê Kurd pîroz kirin. Piştre diyarî li zarokan hatin belavkirin.
HANNOVER
Li Hannoverê jî bi boneya 73’yemîn rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şahiyek hat lidarxistin. Şahî bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên Kurdistanê û şoreşê dest pê kir.
Di şahiyê de Hevserokên Meclîsa Hannoverê axaftin kirin. Di axaftinan de bal kişandin li ser hewldanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên ji bo demokrasî, edalet û azadiya gelên Kurdistan û Rojhilata Navîn. Herî dawî bal kişandin li ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.
Piştre Koma Rêdûr derket li ser dikê û li ber stranan govend hate gerandin.
Şahî bi dirûşmeyên “Bê Serok jiyan nabe“ û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.
HILDESHEIM - HAMBÛRG - FREIBÛRG
Li bajarên Hildesheim, Hambûrg û Freibûrgê jî 4’ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi beşdariya gelek Kurdan hate pîrozkirin.
BIELEFELD
Li bajarê Bielefeld ê Elmanyayê bi pêşengiya Jinên Xwendevanên Kurdistanê (JXK) 4’ê Nîsanê hate pîrozkirin.
Çalakî bi axaftina aktîvîstên JXK'ê dest pê kir, sînevîzyona li ser jiyana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate temaşekirin.
Li ser navê SMJÊ û TJK-E axaftin hatin kirin. Çalakî bi muzîk û gerandina govendê bi dawî bû.