Li Elmanya û Fransa ji bo 4'ê Nîsanê şitil hatin danîn

Li Elmanya û Fransa bi boneya 4’ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şitil hatin danîn û şahî hatin lidarxistin.

Li bajarê Darmstadt, Dortmûnd yê Elmanya, Toûloûse yê Fransa bi boneya 4’ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şitil hatin danîn û şahî hatin lidarxistin.

DARMSTADT

Li bajarê Darmstadt ê Elmanyayê bi boneya 4’ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şitil hat danîn û şahiyek ya pîrozkirinê hate lidarxistin.

Şahî bi pêşengiya Meclîsa Jina ya Rosa, TokoJIN û Meclîsa Gel a Darmstadtê ve li lokala DKTM’ê hate lidarxistin.

Jinan bi boneya 4’ê Nîsanê şitlên zeytûnan ên weke sombola aştiyê tê zanîn danîn.

Piştre li ser navê Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê axaftin hate kirin û ev tişt hatin gotin: “ Em îro ne tenê rojbûna Rêber Apo, di heman demê de vejîna Kurdan jî weke dareke li ber ziwabûnê pîroz dikin. Weke jin me azadiya xwe bi Rêber Apo re dît, xwe nas kir û xwe bi rêxistin kir. Bi vê boneyê em li Rêber Apo, şehîdên ku ji bo gelê Kurd canê xwe feda kirine û gerîlayên azadiyê yên li ser şopa wan dimeşin, pîroz dikin.

Şahî bi gerandina govendê bi dawî bû.

DORTMÛND

Navendek din a pîrozbahiya 4’ê Nîsanê bajarê Dortmûndê yê Elmanyayê bû. Bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Dortmûndê û TCŞ’ê şahiya 4’ê Nîsanê hate lidarxistin. Gelek Kurdistanî beşdarî şahiyê bûn û şahî bi rêzgirtinê dest pê kir.

Di şahiyê de li ser navê Meclîsa Jinê axaftin hatin kirin û piştre sînevziyon hate temaşekirin.

Di şahiyê de girseyê li ber stranên hunermend Cevad Mervanî û hunermendên herêmî govend gerandin.

Piştre di nava baxçeyê DKTM’ê de şitil hatin danîn.

TOÛLOÛSE

Li bajarê Toulouse yê Başûrê Fransayê jî bi boneya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şahiyek hate lidarxistin. Bi boneya 4’ê Nîsanê şitil hatin danîn.

Piştre li ser navê Înîsiyatîfa Jinan a Toûloûse li ser girîngiya rojê axaftin hatin kirin û hate gotin, “Rojbûna Rêber Apo, jidayikbûn û azadiya gelê Kurd”

Piştre bi zarokan re li ser navê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dara zeytûnê hat çandin û govend hate gerandin.

Şahî bi dirûşmeyan bi dawî bû.