Li Dûîsbûrgê şehîd hatin bibîranîn

Li bajarê Dûîsbûrg ê Elmanyayê, bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (KOMAW) 3 gerîlayên ku di dîrokên cuda de li Kurdistanê şehîd bûbûn, hatin bîranîn.

Çalakiya bîranînê ji bo gerîla Akîf Dogan (Mehmet Şîrîn Cebe) ku di 13’ê Çileya 2013’an de şehîd bûbû, Majda Nisêbîn (Zînet Dogan) a di Sibata 2016’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûbû û Akîf Yilmaz (Halîl Yilmaz) ê di 31’ê Kanûna 2020’an de li Serhedê şehîd bûbû hat organîzekirin

Di şexsê sê gerîlayan de hemû şehîdên azadiya Kurdistanê hatin bibîranîn. Bîranîna roja Şemiyê bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir.

Di bîranînê de biraziyê Akîf Dogan Heval Azîz, pismamê Majda Nisêbîn Heval Mûzaffer, pismamê Akîf Yilmaz Heval Oktay û li ser navê Komîsyona Malbatên Şehîdan a KOMAW'ê Heval Fatma axaftin kirin.

Piştî axaftinan sînevîzyona li ser jiyan û têkoşîna her sê şehîdan hate nîşandan.

Piştî bîranînê ku bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû, xwarina fitarê hat dayîn. Di çalakiyê de her wiha banga tevlîbûna xurt a meşa navendî ya 30’ê Nîsanê ya li Dusseldorfê hate kirin.