BI DÎMEN

Li Dusseldorfê Jîna Emînî hat bibîranîn

Di çalakiya ku bi pêşengiya YJK-E ya Dusseldorfê de hate lidarxistin de, di salvegera 3’yemîn a qetilkirina Jîna Emînî de bîranîn hate lidarxistin; daxwaz hat kirin ku darvekirinên li Îranê bên rawestandin.

Li bajarê Dusseldorf ê Elmanyayê, bi pêşengiya Yekitiya Jinên Kurd ên Elmanyayê (YJK-E), li Schadowplatz a Dusseldorfê, ji bo bîranîna salvegera 3’yemîn a qetilkirina Jîna Emînî ku bi hinceta nepejirandina zagonên xwe nixamtinê ji aliyê hêzên dewleta Îranê ve hate qetilkirin û Şoreşa Jin, Jiyan, Azadî, bîranînek hate lidarxistin. Di çalakiyê de ji bo rawestandina darvekirinên li Îranê konê agahdarkirinê hate vekirin.

Di dema bîranînê de nivîsên agahdarkirinê bi zimanê Elmanî hatin xwendin, bi hezaran belavok di nav gel de hatin belavkirin. Çalakî bi dirûşmên “Jin, Jiyan, Azadî” û “Şehîd namirin” bi dawî bû.