Artêşa Tirk a dagirker, di 17'ê Nîsanê de li dijî herêmên Zap, Avaşîn û Metîna yên Herêma Kurdistanê bi hevkariya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) êrîşa dagikirinê da destpêkirin. Ev êrîş hem ji hewayî ve hem jî ji bejahiyê ve dimeşe. Li seranserî welatên Ewropa û cîhanê bertekên li dijî vê êrîşê û rola PDK'ê ya di vê êrîşê de jî berdewam dikin.
Li bajarê Dusseldorfê yê Elmanyayê bi hezaran kes li hemberî êrîşên dagikirinê û xiyaneta PDK'ê li hev civiyan û meşiyan. Di meşê de xiyaneta PDK’ê bi dirûşmeyên “Kurdistanê biparêz“ hate şermezarkirin.
Berî meşê li qadê Hevseroka KON-MED’ê Zubeyde Zumrut, rojnameger Ferîdûn Kuncîrînî, Hevserokê KCDK-E’yê Yuksel Koç, li ser navê PJAK’ê Îbrahîm Alîpûr, li ser navê platforma Yaresanan Emir Kirmanşan, li ser navê Dîe Lînkeyê Jules El-Khatif û li ser navê KCE-Ewropayê Çîçek Yildiz axivîn.
Axaftvanan anî ziman ku dewleta Tirk a dagirker bi van êrîşan dixwaze deskeftiyên Kurdan ji holê rake û ev tişt gotin: “ Gerîlayên azadiyê ne tenê parçeyek axa Kurdistanê diparêze. Gerîlayên azadiyê bi canfedayî Bakur, Başûr, Rojava û Rojhilatê Kurdistanê diparêze. Li vê berxwedana dîrokî xwedîderketin peywîra mirovahî û exlaqî ye. Îro dewleta Tirk a dagiker û PDK’ê destê hev girtiye û êrîşî gelê Kurd dike. Wê dîrok û tu Kurdek vê îxanetê efû neke.
Em li ser felsefe û ramanên Rêber Apo dimeşin. Wê axa Kurdistanê bibe gora dagiker û xayînan. Êdî dawiya dagirkeriyê û xiyanetê hatiye. Em bang li hemû gelên Kurdistanê û dostên wan dikin ku beşdarî berxwedana gerîlayên azadiyê bibin.“