BI DÎMEN

Li Dusseldorf û Saarbruckenê komkujiyên li Parîsê hatin protestokirin

Li Dusseldorf û Saarbruckenê komkujiyên Parîsê bi çalakiyan hatin protestokirin û banga tevlêbûna meşa 6’ê Çileyê hat kirin.

Li ber Konsolosxaneya Fransa ya li bajarê Dusseldorf a Elmanyayê komkujiyên Parîsê bi çalakiyekê hat protestokirin. Gelek Kurdistanî û dostên wan tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de wêneyên şehîdên Parîsê û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hildan.

Berdevka Têkiliyên Derve ya YJK-E’yê Medya Rosa û endama TJK-E’yê Fatoş Goksûngûr axivîn. Axaftvanan diyar kirin ku Têkoşîna Azadiya Jinên Kurd bi komkujiyan hatiye hedefgirtin û banga tevlêbûna meşa 6’ê Çileyê ya li Parîsê hat kirin.

Piştî axaftinan girseya gel çelenga reş danîn li ber Konsolosxaneya Fransayê.

Çalakî bi dirûşmeyên “Jin, Jiyan, Azadî” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.

SAARBRUCKEN

Li bajarê Saarbrucken ê Elmanyayê jî bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Şirîn Elemhûlî çalakiyek hat lidarxistin. Bi dehan Kurdistanî û dostên wan tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de wêneyên şehîdên Parîsê hatin hildan û dirûşmeyên “Jin, Jiyan, Azadî” hatin berzkirin.

Li vir şehîdên komkujiya 9’ê Çileya 2013’an û 23’ê Kanûna 2022’an hatin bibîranîn. Piştre çelenga reş li ber Konsolxaneya Fransayê hat danîn.

Di çalakiyê de daneza TJK-E’yê hat xwendin û banga tevlêbûna meşa 6’ê Çileyê ya li Parîsê hat kirin.

Çalakî bi dirûşmeyên “Jin, Jiyan, Azadî” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.