Li Dusseldorf û Helsînkiyê li hemberî êrîşên dagikirinê çalakî hate lidarxistin
Li bajarê Dusseldorf yê Elmanya û payîtexta Fînlandiya Helsînkiyê li hemberî êrîşên dagirkirinê û xiyaneta PDK’ê çalakî hatin lidarxistin.

DUSSELDORF
Li bajarê Dusseldorf ê Elmanyayê, li hemberî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê li ber Parlamentoya Eyaleta NRW’ê çalakiyek hate lidarxistin.
Di çalakiya bi pêşengiya jinan hat kirin de, şandeyek ji dayikan pêkhatî hevdîtin bi rayedaran re kir. Dayikan da xuyakirin ku bi çekên dewletên Ewropayê difiroşin dewleta Tirk zarokên wan bi çekên kîmyewî dikuje û xwest ku parlamento li dijî vê qetilamê bisekine û êrîşên dagirkirinê bixe nav rojeva xwe. Dosyeya ku di vê çarçoveyê de amade kiribûn dayika pêşkêşê rayedaran kir û destnîşan kir ku ew ê li çalakiyên xwe dewam bikin.
HELSINKÎ
Kurdistaniyên li payîtexta Fînlandiya Helsînkiyê dijîn bi rojane li hemberî êrîşên dagikirinê û xiyaneta PDK’ê li ser piyan e.
Kurdistanî û dostê wan li hemberî êrîşên dagirkirinê û xiyaneta PDK’ê li qada Pasikivi a li navenda Helsinkî li hev civiyan û çalakiya şermezarkirinê li dar xistin. Li vir ji aliyê Înîsiyatîfa Jinan ve daxuyanî hate xwendin.
Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: “Dewleta Tirk a dagiker ya ku li hemberî gerîlayên azadiyê tu encamê nagre û derbeyên giran ji gerîlayan dixwe serî li gaza bijehrî da ye. Divê raya giştî li hemberî vê hovitiya dewleta Tirk bi hestiyar be.“
Çalakî bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo“ û “Bimre xiyanet“ bi dawî bû.