Li Dûîsbûrgê dewleta Tirk a dagirker hat protestokirin
Kurdistanî û dostên wan li bajarê Dûîsbûrg ê Elmanyayê hatin ba hev û êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Rojava, Şengal, Başûrê Kurdistanê û Herêmên Parastinê yên Medyayê protesto kirin.
Kurdistanî û dostên wan li bajarê Dûîsbûrg ê Elmanyayê hatin ba hev û êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Rojava, Şengal, Başûrê Kurdistanê û Herêmên Parastinê yên Medyayê protesto kirin.
Kurdistaniyên ku bi banga YJK-E û FED-MED’ê hatin ba hev, li ber Rawestgaha Trênê ya Navendî ya Dûîsbûrgê mîtîngek li dar xistin.
Mîtîng di saet 14’an de ji bo şehîdên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir. Li ser navê FED-MED’ê Ahmed Kobanê û li ser navê PYD NRW Ahmed Abdullah axivî û girse li navenda bajêr meşek li dar xist.
Di daxuyaniya çalakiyê de wiha hate gotin: “Bêdengiya hemû cîhanê ya li hember vê hovîtiyê nayê qebûlkirin. Dewleta Tirk Kurdan li her derê qetil dike. Gele Rojava her roj bi bombebarankirinan tê qetilkirin, hemû qadên wan ên jiyanê tê îmhakirin. Ji bo bidawîkirina vê hovîtiyê divê mirovahiya pêşverû gav biavêje.”
Çalakgeran diyar kirin ku Tirkiye bi çekên ku ji gelek welatên NATO’yê bi taybet ji Elmanyayê kirîne êrîşî Rojava dike û bang li dewleta Elman kirin ku têkiliyên xwe yên bi Tirkiyeyê re bi dawî bike û li hemberî êrîşan bêdeng nemîne.
Çalakiya ku bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û grevên birçîbûnê yên li girtîgehan, bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bijî Berxwedana Rojava”, “Dîktator, Kujer Erdogan” û “Elmanya terorîstan fînanse dike” bi dawî bû.