Li Dresdenê 3 gerîlayên HPG’ê hatin bîranîn

Li bajarê Dresden yê Elmanya ji bo gerîlayên HPG’ê Celal Mêrdîn, Agît Firat û Ferman Mervan ên di dîrokên cuda û qadên cuda de şehîd bibûn, hatin bîranîn.

Ji bo gerîlayên HPG’ê Abdulcelîl Alpaydin (Celal Mêrdîn) ku di 30’ê Îlona 2016’an de li Derya Reş şehîd bû, Agît Çakmaz (Agît Firat) ê di 15’ê Cotmeha 2021’an de li Gabarê şehîd bû û Mervan Artiran (Ferman Mervan) ê di 6’ê Îlona 2016’ê li Zapê şehîd bû, li Dresdenê hatin bîranîn.

Meresima bîranînê li navenda Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Dresdenê pêk hat û nêzî 80 Kurdistanî tevî malbatên şehîdan amade bûn.

Di bîranînê de Hevserokê Fed-Kurd Kerem Gok axivî. Gok anî ziman ku divê şehîd rast were fêmkirin û got:“ Parastina şehîdan, pêkanîna xeyalên wan; Tenê bi pêkanîna Rêbertiya azad, bi Kurdistana azad re pêkan e.”

Piştre jî li ser navê Saziya Malbatên Windahî û Şehîdan (KOMAW) û navê malbatên gerîlayan axaftin hatin kirin.

Piştî axaftinan sînevziyona li ser têkoşîna şehîdan hatiye amadekirin, hat temaşekirin.

Bîranîna şehîdan bi dirûşmeyan bi dawî bû.