BI DÎMEN

Li Drancyê ji bo Gulden Komurcu meş: Qetilkirina jinan siyasî ne

Li Drancyê bi sedan jin ji bo Gulden Komurcu ku ji aliyê hevserê xwe ve hate qetilkirin, meşiyan. Jinên ku li dijî qetilkirina jinan, siyaseta bêcezatiyê û tundiya mêr in, gotin, “Em ê hesab bipirsin.”

Li bajarê Drancy ê Fransayê, ji bo Gulden Komurcu ku li Bazîda Agiriyê ji aliyê hevserê xwe ve hate kuştin, meşek protestoyî hate lidarxistin.

Bi sedan jin beşdarî çalakiya ku ji aliyê Tevgera Jina Kurd a Fransayê ( TJK-F) ve hate organîzekirin bûn.

Jinên ku li ber Navenda Civaka Kurd a Demokratîk (DKTM) kom bûn, bi wêneyên Gulden Komurcu û pankartên bi nivîsa "Kuştinên Jinan Siyasî ne" ber bi Şaredariya Drancy ve meşiyan. Di tevahiya meşê de, dirûşmeyên wekî "Jin Jiyan Azadî" û "Kuştinên Jinan Siyasî ne" hatin berzkirin.

Di daxuyaniya TJK-F ya çapemeniyê de, hate destnîşankirin ku kuştinên jinan ne bûyerên takekesî ne, berovajî sîstematîk û siyasî ne. Her wiha di daxuyaniyê de, behsa tundiya ku Gulden Komurcu pê re rûbirû maye û pêvajoya zewaca zarokan hat kirin.

Di daxuyaniya TJK-F de, hate gotin ku ew ê têkoşîna li dijî qetilkirina jinan, tundiyê, bêcezatiyê û zewaca zarokan berfireh bikin.

Nûnerên La Cimade, jî di çalakiyê de axivîn û hevgirtina xwe bi jinên koçber û mexdûr re diyar kirin. Di daxuyaniyê de hat gotin ku "Bêdengî dikuje" û ji bo Gulden Komurcu daxwaza edaletê hate kirin.

Çalakî bi berzkirina dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bi dawî bû.