BI DÎMEN

Li Drancy'ê civîna danasîna Akademiya Civaka Demokratîk

Li banliyoya Drancy a paytexta Fransa Parîsê ji bo danasîna Akademiya Civaka Demokratîk civînek hate lidarxistin.

Di civîna girseyî de Parlamenterê Rihayê yê DEM Partiyê Omer Ocalan, Parlamenterê Parlamenta Fransayê Jean Christophe Lagarde, Serokê Şaredariya Drancy, Serokê Komeleya Drancitalie Theodoro Bartucicio û gelek dostên Îtalî û Fransî jî amade bûn. Kurdên li Drancy bi xurtî tevlî civînê bûn.

Di civînê de qala bûyerên siyasî yên li Kurdistanê, karên rêxistinî yên dema nû li Ewropayê, armancên Akademiya Civaka Demokratîk û 'Banga Aştî û Civaka Demokratîk' a Rêber Apo hate kirin.

Omer Ocalan anî ziman ku banga Rêber Apo ji bo gelên Kurdistan, Rojhilata Navîn û cîhanê bû hêviyeke mezin û got, "Di vê pêvajoyê de berpirsyarî dikeve ser milê me hemûyan. Ji bo avakirina civaka demomkratîk pêwîstî bi pêngaveke civakî heye. Lewma Akademiya Civaka Demokratîk a Drancy ku danasîna wê îro tê kirin, gelekî girîng e, mînak e. Gelê me di serî de li Kurdistanê li her devera ku lê ye divê Akademiyên Civaka Demokratîk ava bikin û bi vî rengî Civaka Demokratîk damezrîne. Wezîfe û berpirsyariya herî mezin a pêvajoyê ev e. Pêwîstiya herî mezin a pêvajoyê jî azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan e."

Nûnerên saziyên dost jî di civînê de axivîn, akademî pîroz kirin, bal kişandin ser banga Rêber Apo û gotin, ew bawer dikin ku azadiya gelê Kurd nêz e.

Civîna danasînê bi stranên Hozan Şemdîn û Diyar Mahrûvî bi dawî bû.