Li Draguignanê zextên li ser Kurdan hatin protestokirin
Li Draguignanê zext û binçavkirinên li ser saziyên Kurd hatin protestokirin. PCF û saziyên Kurd banga, “Polîtîkayên krîmînalîzasyonê bi dawî bikin” li hikûmeta Fransayê kir.
Li Draguignanê zext û binçavkirinên li ser saziyên Kurd hatin protestokirin. PCF û saziyên Kurd banga, “Polîtîkayên krîmînalîzasyonê bi dawî bikin” li hikûmeta Fransayê kir.
Li bajarê Draguignan ê Fransayê zextên li ser saziyên Kurd û xebatkarên wan bi meşekî girseyî hate protestokirin. Di çalakiyê de hate xwestin ku rojnamevan Heval Arslan ku li Belçîkayê hate binçavkirin û xebatkarên saziyên Kurd ên ku bi zextên bêhiqûq hatin binçavkirin, bên berdan.
BI SEDAN KES MEŞIYAN
Meş ji postaxaneya Dragugnanê destpê kir û heta avahiya Prefecture dewam kir. Di serî de Marsîlya ji bajarên din ên Başûrê Fransayê tevlîbûneke zêde hat kirin.
Di çalakiyê de pankartên bi nivîsa “Les Kurdes ne sont pas des terroristes, ils sont les alliés de la France” (Kurd ne terorîst in, mitefiqên Fransa ne) û “Stop à la répression des militants kurdes en France” (Li Fransayê dawî li zextên li ser aktivîstên Kurd bînin) hatin hilgirtin. Beşdaran gelek caran dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Jin Jiyan Azadî”, “Bijî Berxwedana Zindana” û “Solution politique pour le Kurdistan” berz kirin.
Piştî çalakiya rûniştinê ya li avahiya Prefecture daxuyaniya çapemeniyê hate dayîn.
‘EM VÊ POLÎTÎKAYÊ ŞERMEZAR DIKIN’
Hevserokên Meclîsa Gela a Draguignanê Osman Sonmez û Menîce Dînç, diyarkirin ku zextên li ser saziyên Kurd ku xebatên qanûnî dimeşînin. Osman Sonmez wiha got: “Kesên ku di lîsteya terorê ya cîhanê de ne dikarin li Neteweyên Yekbûyî biaxivin, lê xebatkarên gelê Kurd ê mezlûm bi hincetên bêmaf têne binçavkirin. Em vê helwesta durû ya welatên Ewropayê şermezar dikin.”
Partiya Komunîst a Fransayê (PCF) jî piştgirî da çalakiyê.
CDK-F’Ê BANG KIR
Di danezana ku ji aliyê Konseya Demokratîk a Kurd a Fransayê (CDK-F) ve hate xwendin de hate xwestin ku dawî li krîmînalîzasyona li ser saziyên Kurd bê anîn û kesên hatin binçavkirin demildest bên berdan. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Ev êrîş ne tenê li dijî komaleyeke herêmî ye, polîtîkayên krîmînalîzaasyonê ne ku li Fransayê demekî dirêje li ser saziyên Kurd dewam dike.”