Li bajarê Draguignan ê Fransayê bi wesîleya Şehîdên Meha Gulanê çalakiya bîranînê hate lidarxistin. Bîranîn li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Draguignanê pêk hat û gelek kes tevlî bûn. Çalakî ji bo bîranîna şehîdan bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir.
Di bîranînê de ewilî Parlamenterê DEM Partiyê Ayşe Acar Başaran axivî. Ayşe Acar Başaran diyar kir ku meha Gulanê ji bo têkoşîna azadiya Kurdistanê xwedî wateyek dîrokî ye û anî ziman ku ev pêvajo pêvajoyeke ku berdêlên mezin hatine dayîn û berxwedan û biryardarî bûne sembol. Ayşe Acar Başaran bilêv kir ku têkoşîna şehîdan îro dibe ronahiya çareseriya demokratîk û lêgerînên azadiyê.
Piştre Endamê Komîteya Rêveber a KCK’ê Zubeyîr Aydar axivî û bal kişand ser geşedanên siyasî. Aydar diyar kir ku geşedanên ku li Rojhilata Navîn tên jiyîn, meseleya Kurd zêdetir dide xuyakirin û anî ziman ku têkoşîna şehîdan ne tenê bîranînekî dîrokê, di heman demê de nexşerêya îro û pêşerojê ye. Aydar bal kişand ser girîngiya xurtkirina zemîna diyalog û muzakereyê ji bo çareseriya demokratîk û diyar kir ku ev yek bi têkoşîna rêxistinkirî ya gel re pêkan dibe.
Nûnerê Komaleya Malbatên Şehîdan (KOMAW) Nurî Karayazi jî di axaftina xwe de nirxandin li ser diyardeya şehîdbûnê û mîrateya têkoşînê ya şehîdên meha Gulanê kir.
Karayazi diayr kir ku Şehîdên Meha Gulanê di dîroka berxwedanê ya gelan de roleke rênîşander girtine û anî ziman ku fedakariyên wan dibe çavkaniya moral û îlhamê ya têkoşîna azadiyê ku îro dewam dike.
Bername bi pêşandana sînevîzyona ku ji aliyê KOMAW’ê hatibû amadekirin re bi dawî bû. Di pêşandanê de jiyan, têkoşîn û mîrateya berxwedanê ya Şehîdên Meha Gulanê bi materyalên dîtbarî hate vegotin. Bi taybet cih ji bo çîrokên jiyanê yên Ferhat Kurtay, Mahmut Zengîn, Necmî Oner, Hozan Mizgîn û Leyla Qasim hate dayîn.