Li Dortmûndê tecrîd û pêvajoya pêngavê hate nîqaşkirin

Li bajarê Dortmûnd ê Elmanyayê civîna gel hate lidarxistin. Di civînê de tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pêvajoya pêngava ku ji bo azadiya wî hate destpêkirin hate nîqaşkirin.

Gelek Kurdistanî û dostên wan tevlî civînê bûn. Parêzer Mahmût Şakar û siyasetmedar Nîlufer Koç bûyerên heyî nîqaş kirin.

Di nirxandinan de hat diyarkirin ku armanca tecrîda li Îmraliyê qirkirina gelê Kurd e û îşaret bi hevkariya hêzên navneteweyî ya têkildarî vê mijarê hate kirin. Di civînê de hat destnîşankirin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi paradîgmaya ku bi pêş xistî sîstema Îmraliyê pûç kiriye û hat diyarkirin ku Abdullah Ocalan bûye hêviya azadiyê ya gelên Rojhilata Navîn.

Di civînê de axaftvanan piştî nirxandinan, bersiva pirsên beşdaran dan.

Civîna Gel bi berzkirina dirûşmeyên “Bê Serok jiyan nabe” û “Şehîd namirin” bi dawî bû.