Li Dortmûndê dewleta Tirk hat protestokirin

Li bajarê Dortmûnd ê Elmanyayê Kurdistaniyên ku bi banga Kongra Star û Meclîsa Jinê ya Rozerînê hatin ba hev, êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Rojava protesto kirin.

Kurdistaniyên li bajarê Dortmûnd ê Elmanyayê êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Rojava bi çalakiyeke protesto kirin.

Kurdistaniyên ku pankartên “Dawî Li Dagirkeriya Dewleta Tirk ya Li Ser Rojavayê Bînin”, “Kurdistanê Biparêze” û “Bila Qada hewayê ya Rojavayê bê girtin”hilgirtin, bi dirûşmeyan bertekên xwe nîşanî êrîşên dewleta Tirk dan.

Di çalakiyê de daxuyaniya bi zimanê Elmanî hat xwendin. Her wiha li ser navê Kongra Star axaftina hat kirin û wiha hate gotin: “Rojava Şoreşa Jinan e û em ê heta dawî vê şoreşê biparêzin.”

Di axaftinan de wiha hate gotin:  “Cîhan li dijî êrîşên Îsraîlê yên li dijî gelê Filistînê rabû ser lingan. Bi rojan çapemenî û medya behsa komkujiyênên sivîlan kir. Bi heman awayî balafirên bêmirov ên Tirk li Rojava jin, extiyar û zarok jî di nav de sivîlan qetil dike. Herêmên niştecihbûna sivîlan, nexweşxane û qadên kar tên bombekirin. Li dijî hemû kesên ku ji bo zarokên li Kurdistanê hatine qetilkirin heman hesasiyetê nîşan nadin em ê ji bo Rojava li qadan bin û bibin dengê Rojava û gerîla."

Çalakî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.