Li bajarê Dortmund ê Elmanyayê, bi minasebeta Cejna Zimanê Kurdî ya Cîhanê çalakiyek hat lidarxistin. Ji bo çalakiya ku li baxçeyê avahiya Zentrum a Kurdistanê ya Dortmundê hat lidarxistin, qad bi alayên rengên neteweyî yên gelê Kurd "kesk, sor û zer" hate xemilandin. Gelek Kurdistanî û dostên wan beşdarî vê çalakiya ku bi dîmenên rengîn derbas bû, bûn.
Beriya bernameya çalakiyê, ji aliyê Endama Kongra-Star a Ewropayê Çîçek Qamişlo ve ji bo piştgiriya bi YPJ'ê re daxuyaniyeke çapemeniyê hat dayîn. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku YPJ ne tenê hêzeke leşkerî ye, di heman demê de di asta gerdûnî de vîneke jinê û nasnameyeke berxwedanê ye.
Di daxuyaniyê de bertek nîşandî hewldanên hêzên serwer ên li Sûriyeyê yên ji bo tasfiyekirina YPJ'ê û tunehesibandina destkeftiyên gelê Kurd hat dayîn û ev tişt hatin gotin: Nepejirandina YPJ'ê, nepejirandina gel û çanda Kurd e. Îro hişmendiya ku YPJ'ê înkar dike û hişmendiya ku li Helebê şervana Kurd a birîndar bi hovîtî ji qata 4'an avêt û porê wê jêkir, heman e. Li dijî vê tariyê ku difikire dikare bi jêkirina porê jina Kurd vîna wê teslîm bigire, divê hemû jinên cîhanê li gel têkoşîna YPJ'ê cih bigirin. Em ê tu carî dest ji destkeftiyên xwe bernedin.
Bername piştre bi guhdarîkirina muzîkê berdewam kir. Di çalakiyê de ku hunermendên TEV-CAND'ê û her wiha komên muzîkê yên zarokan derketin ser dikê; Yilmaz Tekîn, Murad Yapiştiran, Bariş Avaz, Mazlûm Tekîn, Aram Alo, Dilara Bozan, Orhan Baysal, Îmran Merwanî û koma muzîkê Awazê Azad derketin ser dikê.
ZINDÎHIŞTINA ZIMANÊ ME BERXWEDANA HERÎ MEZIN E
Di beşên paşê yên çalakiyê de nûnerên saziyan axivîn û li ser wate û girîngiya rojê axaftin kirin. Li ser navê Yekitiya Mamosteyên Kurd Mahmut Aydin bal kişand ser polîtîkayên asimilasyonê û diyar kir ku divê Kurdî bi hemû zaravayên xwe ve bê parastin.
Aydin got: Ji bo birêvebirina gelê me û şikandina vîna wî, herî zêde êrîşî zimanê me dikin; sedema ku li Rojava ziman dikin mijara bazarê, ji ber vê ye. Zimanê Kurdî bi hemû zaravên xwe dewlemendiyek e û divê bê parastin. Ji bo me çalakiya esasî, Kurdîkirina jiyanê ye. Divê em li malê, li ser kar, li kolanê, di nav malbatê de bi zimanê xwe biaxivin û we zindî bihêlin.
BAL HAT KIŞANDIN SER METIRSIYA LI SER KIRMANCKÎ
Li ser navê Federasyona Elewiyên Demokratîk (FEDA) Ayfer Kiliç jî axivî û bal kişand ser polîtîkayên taybet ên asimilasyonê yên ku bi taybetî li ser zaravê Kirmanckî tên meşandin. Ayfer Kiliç anî ziman ku dewlet ji bo vê zaravayî ji nasnameya Kurdî qut bike konseptên dîrokî bi kar tîne, mînak ji Komkujiya Dêrsimê da û diyar kir ku li dijî vê, têkoşîna herî mezin ew e ku her kes di jiyana xwe de zimanê xwe bi kar bîne.
Piştî axaftin û guhdarîkirina muzîkê, girseyê bi stranan govendên coşdar gerandin. Çalakî bi dirûşmeyên dilsoziya bi ziman, çand û têkoşîna azadiyê re bi dawî bû.