Li Dîwana Edaletê doza derxistina PKK'ê ji lîsteyê pêk tê

Li Dîwana Edaletê, rûniştina doza derxistina PKK'ê ji 'lîsteya rêxistinên terorîst' pêk tê. Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Zubeyîr Aydar got, "Bi argumanên dewleta Tirk, me bi terorîstiyê sûcdar dikin."

Li Dîwana Edaletê ya Ewropayê, doza ji bo derxistina PKK'ê ji lîsteya 'rêxistinên terorîst' pêk tê.

Doz li Dîwana Edaletê ya li Luksembûrgê 8 sal in dewam dike. Li aliyekî dozê Yekîtiya Ewropa, Konseya Ewropa û Komîsyona Ewropayê hene, li aliyê din jî PKK heye.

BIRYARA SALA 2018'AN

Dîwana Edaletê ya Yekîtiya Ewropayê ya li Luksembûrgê dawiya sala 2018'an biryar dabû ku hincetên ji bo hiştina PKK'ê di lîsteya rêxistinên terorîst de têrê nake û lîsteyên navbera salên 2014-2017'an betal kiribû. Bi gotineke din, dadgehê argumanên ku ji bo xistina PKK'ê ya li lîsteyê 'têrker' nedîtibû û hikum dabû ku bi van argumanan nabe ku di lîsteyê de bê hiştin.

Yekîtiya Ewropayê biryar biribû temyîzê. Piştre jî Îngilistanê sala 2018'an ji bo hiştina PKK'ê di lîsteyê de jinûve serlêdan kiribû û bi heman argumanan bi rengekî otomatîk 9'ê Çileya 2018'an ji nû ve xistibûn lîsteyê. Aliyê Kurd jî 7'ê Adara heman salê li dijî lîsteya nû doz vekiribû.

Yekîtiya Ewropayê beriya niha jî li hemberî rêxistinên cuda serî li heman rêbazê dabû. Piştî ku dadgehê biryar da, eger lîste hate nûkirin ev gava nû wê bandorê li dosyayê neke. Lîste di prensîbê de şeş mehan carekê di ber çavan re tê derbaskirin. Lê belê carna ev jinûve nirxandin 2 salan carekê dibe.

Di doza 31'ê Adarê ya li Luksembûrgê de serlêdana temyîzê ya Yekîtiya Ewropayê û doza PKK'ê ya ku piştî sala 2018'an li dijî lîsteyan kiribû, kirin yek.

Parêzerên PKK'ê israr dikin ku PKK nabe ku tenê bi çalakiyên leşkerî bê nirxandin, divê ji aliyê civakî, aborî û siyasî ve jî bê nirxandin. Parêzer bi taybetî balê dikişînin ser karên PKK'ê yên ji bo ciwanan, zarokan, jinan, xwezayê û aboriyê.

Di rûniştinê de li parastina aliyan hate guhdarîkirin. Rûniştin ji aliyê Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal û Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Zubeyîr Aydar ve hate şopandin.

ALIYAN PARASTINA XWE KIRIN

Ji parêzerên PKK'ê Tamara Brûma diyar kir ku piştî dozeke ji 8 salan îro wê doz ji esasî bê nirxandin. Brûma biryara sala 2018'an bi bîr xist û diyar kir ku PKK ti carî çalakiyên xwe yên li dijî hedefên leşkerî înkar nake. Brûma qala lîsteyeke 'çalakiyan' kir ku aliyê dijber pêşkêş kir û destnîşan kir ku ti delîl nehatiye pêşkêşkirin ku nîşan bide ev çalakî 'çalakiyên terorîstî' ne.

Brûma ragihand ku lîsteya 'çalakiyê' ya ku ji bo sala 2019'an hate pêşkêşkirin ji hedefên leşkerî pêk tê û anî ziman, ku ev yek jî parçeyek ji şerê çekdarî ye.

Parêzerê Konseya Ewropayê îdîa kir ku 'çalakiyeke bi tenê ya terorîstî têrê dike', lê belê nekarî detayê vê raxe pêş çavan. Parêzerê Konseya Ewropayê israr kir ku 'tevlîkirina PKK'ê li lîsteya rêxistinên terorîst mafdar e' û rîska 'çalakiya terorîst' ji xwe re kir esas.

Li ser pirseke dadgerê dadgehê ji parêzerên PKK'ê Brûma xwest biryara 2019'an û sûcdariyên ku têkildarî çalakiyan têne kirin bê redkirin.

DAXWAZEKE KONSEYA EWROPAYÊ HATE REDKIRIN

Konseya Ewropayê her wiha ji dadgehê re ragihand ku parêzerên PKK'ê nikarin PKK'ê temsîl bikin. Dadger jî ev daxwaza Konseya Ewropayê bêwate dît û red kir.

Dadger gelek pirs li aliyan kir. Parêzer Tamara Brûma destnîşan kir ku hemû çalakiyên şerekî navxweyî nabe ku bi rengekî otomatîk weke 'terorîst' bê pênasekirin û anî ziman ku ev şerê navxweyî ji bo demokratîkkirina welatekî ye.

Konseya Ewropayê jî di bersiva xwe de îdîa kir ku mijar di vir de gelê Kurd nîne, PKK ye. Serokê dadgehê saet di 11:30'î de ji bo nîv saetê navber da rûniştinê.

AYDAR: EM BIHEQ IN

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Zubeyîr Aydar ji ANF'ê re axivî û got, ''Eva 8 sal in ku rûniştina dozê didome. Tim me ji hev re nivîsî. 2018'an dadgehê di berjewendiya me de biryar da, Konseya Ewropayê îtîraz kir.''

Aydar diyar kir doza navbroî bi wan dozan e re ku PKK'ê li dijî lîsteyên piştre vekiriye, kirine yek û piştî yek rûniştinê doz hatiye texîrkirin.

Aydar bi van gotinan destnîşan kir bê ka ev doz çima girîng e: ''Ji ber ku bi rengekî pir î neheq têkoşîna azadiya Kurdistanê bi terorîstî tê tawanbarkirin .Ev doz li dijî Yekîtiya Ewropayê hatiye vekirin. Weke beriya niha heke di berjewendiya me de ev doz derkeve, divê lîste bi temamî birûxe. Hê jî serê çend mehan nû dikin, bi ser de îtîraz dikin .Niha dosyayeke me ya dî jî heye. Bi me ev dosya pir girîng e. Hêviya me ew e ku ji bo me bi xweşî biencam bibe. Em biheq in. Aliyê dijber neheq e. Bi argûmanên dewleta Tirk dixwazin me bi terorîstiyê tawanbar bikin. Jixwe ev lîste bi temamî li gorî berjewendiya navdewletî hatiye hazirkirin.''

DADGER HELWEST LI DIJÎ KONSEYA EWROPAYÊ NÎŞAN DA

Saet 12:00'an rûniştinê dîsa dest pê kir, serokê dadgehê pirsa çavdêriya ku dadgehê guh nedaye biryara Konseya Ewropayê pirsî. Dadger diyar kir mirov dikare îtîrazê li biryarên Konseya Ewropayê bike û got, ''Li dijî biryara ku dadgehê betal kiriye, mirov şaşd dimîne ku Konsey bi kopî kirin û pê ve zeliqandinê îtîraz bike. Dadger diyar kir divê mirov li bara biryara Konseya Ewropayê hurmetdar be.

Şandeya dadgehê her wiha bal kişande ser mînakên mafê diyarkirina çarenivîsê, armancên PKK'ê û şerê li deverên din ên cîhane. Ji dadgeran yekî jê bal kişande ser ku Neteweyên Yekbûyî xasma jî mafê diyarkirina çarenivîsê ya Polîsaro qebûl kiriye. Dadger got di vê rewşê de PKK wê bi kîjan çarçoweya hiqûqî were nirxandin. Parêzerê PKK'ê diyar kir ew pê kêfxweş e ku tê nîqaşkirin PKK li pey armanca diyarkirina çarenivîsê yan na û got, ji ber ku li NY'yê li ser Kurdan mafê diyakirina çarenivîsê nîne, ev nayê maneya ku ev ji bo gelê Kurd bi cih nayê.

Tamara Brûma got, ''Hiqûq li rewşê tê anîn.'' Dadger jî got nebûna biryara NY'yê nayê maneya ku ev heq nîne. Brûma diyar kir Konseya Ewropayê derî li nîqaşeke wiha jî girtiye û helwesta xwe nîşan da.

Nûnerê Konseya Ewropayê jî got mijara vê dozê ne gelê Kurd e, PKK ye. Dadgehê ji bo xwarinê navbeyn da. Rûniştin saet 14:30'an wê bidome.