Li dijî êrîşên kîmyewî li Den Haagê meş hat lidarxistin
Li bajarê Den Haag ê Hollandayê, li dijî êrîşên kîmyewî yên dewleta Tirk meş hat lidarxistin, meş li ber Konsolosxaneya Tirk ji aliyê polîsan ve hat astengkirin.
Li bajarê Den Haag ê Hollandayê, li dijî êrîşên kîmyewî yên dewleta Tirk meş hat lidarxistin, meş li ber Konsolosxaneya Tirk ji aliyê polîsan ve hat astengkirin.
Çalakiya di serî de Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW), ji bo civaka navneteweyî li dijî êrîşên kîmyewî tevbigere hat organîzekirin, li qada Malîeveldê dest pê kir.
Çalakger di ber avahiya şaredariya Den Haagê û Parlamentoya Ewropayê re derbas bûn û li dijî êrîşên kîmyewî yên dewleta Tirk a dagirker çalakiya rûniştinê li dar xistin.
Gava meşê dirûşimên “NATO bombebarana Tirk fînanse dike“, “Erdoganê terorîst“, “Zap, Avaşîn, Metîna bijî berxwedana gerîla“, “Qirkirina li Kurdistanê rawestîne“, “Fermandar Egîd sax e, PKK şer dike“, “Jin jiyan azadî“ û “Bijî Serok Apo“ hatin berzkirin.
Dema girse li ber Konsolosxaneya Tirk a Hollandayê re derbas bû, ciwanan xwestin dewleta Tirk protesto bikin û li ser vê yekê polîsên Hollandayê êrîşî girseya gel kir.