Li dijî êrîşên dewleta Tirk li Kopenhagê çalakî hat lidarxistin

Komek Kurdistanî, li dijî êrîş û qirkeriya dewleta Tirk a dagirker li Kopenhagê derket qadan û êrîşên dagirkeriyê protesto kirin.

Dewleta Tirk a dagirker ku Hevseroka Kantona Qamişloyê Yûsra Derwêş, alîkara wê Leyman Şiwêş û Firat Tûma qetil kirin, li bajarê Kopenhag ê Danîmarkayê hat protestokirin.

Kurdistaniyên li qada şaredariya Kopenhagê hatin ba hev, got: “Em Kurdên li Danîmarkayê, dibêjin ku vê êrîşa faşîst qebûl nakin û bi tundî şermezar dikin. Banga me li civak û hikumeta Danîmarkayê ew e ku di vî warî de hestyar bin.”

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku dewleta Tirk nikare bi êrîşên xwe rê li ber têkoşîna jinan bigire û wê jinên Kurd bidin ser şopa Zîlan û Bêrîtanan û li dijî feraseta faşîst û bavserwer her derê bikin cihê têkoşînê.

Çalakî, dirûşmeyên “Bila bimire rejîma faşîst a AKP’ê û AKP’ê”, “Jin, jiyan, azadî” û “Şehîd namirin” hat berzkirin û qediya.