Li dijî dagirkeriya Tirk li Kopenhagê çalakî hate kirin
Kurdistaniyan li dijî dagirkeriya Tirk li paytexta Danîmarka Kopenhag ê çalakiyek hate kirin. Di çalakiyê de ji bo azadiya Ocalan îmze hatin komkirin û ev çalakî heta roja Çarşemê wê dom bike.
Kurdistaniyan li dijî dagirkeriya Tirk li paytexta Danîmarka Kopenhag ê çalakiyek hate kirin. Di çalakiyê de ji bo azadiya Ocalan îmze hatin komkirin û ev çalakî heta roja Çarşemê wê dom bike.
Meclîsa Jinan a Sêvê û Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Danîmarka di çarçoveya Pêngava ‘Li dijî dagirkerî û qirkirinê her der Avaşîn, Metîna û Zap. Dem dema azadiyê ye’ çalakiya kon hate kirin.
Kon li Qada Kûltorvetê hate kirin û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hildan.
Di çalakiyê de bal kişand ser tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd û ev hate gotin: “Tecrîda li ser Rêbertiya xwe em qebûl nakin. Divê li ber vê bêdengî nebe, ji bo tavilê tecrîd bi dawî bibe divê tekoşîn bê xurtkirin.”
Çalakiya komkirina îmzeyan ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin li qadê ku ji bo NY’yê bê şandin wê heta roja Çarşemê dom bike.