Li dijî biryara DYE û dagirkeriya Tirk li Hambûrgê çalakî

Li bajarê Hambûrg a Elmanyayê li dijî birayra DYE ya li ser 3 şoreşgerên Kurd û êrîşên dagirkeriya Tirk a li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê çalakiya rûniştinê hate kirin.

Çalakî li Jûngferstîeg a rêya herî qelebalix a Hambûrgê hate kirin. Di çalakiyê de posterên wêneyên pêşengên Kurd Cemîl Bayik, Mûrat Karayilan û Dûran Kalkan hatin vekirin û axaftinên bi Elmanî, Kurdî û Tirkî hatin kirin.

Nivîskar û aktivîst Anja Flach a bi Elmanî axivî, bêdengiya Ewropa ya li hember êrîşên dewleta Tirk weke şermekê pênase kir.

Li ser navê NCKD a Hambûrgê Dîcle Firat jî belavokek xwend, diyar kir ku ew biryara DYE’yê qebûl nakin û wê li dijî vê mafê xwe yê hiqûqî û rewa bikar bînin. Nûnerên TCŞ’ê jî anî ziman ku heta dilopa xwîna xwe ya dawî wê li gel têkoşîna azadiyê cih bigirin.

Çalakî bi dirûşman dawî bû.